Li Çêrmûka Diyarbekirê bi alaya Kurdistanê pêşwazî tê kirin

Di mehên Havînê de pêşwaziya xelkê herêmî û biyanî dike û di nav alên neteweyan de Ala Kurdistanê jî li têketina otêlê tê libakirin
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê; li navçeya Çêrmûkê ya Diyarbekirê, li otêlekê Alaya Kurdistanê hat libakirin. Otêla ku ji bo xizmeta avgermê li quntara çiyê hatiye avakirin; di mehên Havînê de pêşwaziya xelkê herêmî û biyanî dike û di nav alên neteweyan de Ala Kurdistanê jî li têketina otêlê tê libakirin û ev yek ji aliyê xelkê herêmê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Li navçeya Diyarbekirê ya Çêrmûkê; ji bo ku avgerma xwezayî sûdê bide aboriya navçeyê; di quntara çiyê de otêlek hatiye çêkirin û ev otêl di mehên havînê de pêşwaziya kesên nexweş dike. Otêla ku di serdema havînê de mazûvaniya gelek kesên derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike; di nav alayên neteweyan de Alaya Kurdistanê jî li ba kir.