Çîroka jineke Rojava rastî tûndyê bûye

Çar sal rastî tûnûtijiyê bûye ji aliyê mêrê xwe.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Evîn ya ku, bi vî navî di xwest were naskirin , bi helkefta roja cîhanî ya dijatiya tund li dijî jinê, çîroka zewac û berdana xwe ji Kurdistan 24ê re dibêje.

tevî ku, di heftiya pêşî de ji şahiya wan hevjînê Evîn dest bi tundiyê kir,lê bi hêviya ku serederiya wî bête guhertin,Evîn karîbû 4 salan zewaceke tijîe kul û derd berdewam bike.

Li Rojavayê Kurdistanê nemaze di van herpênc salên dawîde,bi dehan sazî û dezgehên civaka sivîl hatin damezrandin û hewldanên berevaniya mafê jinê û parastina wê ji tundûtjiyê dikin.

Li gorî rêxitina jina kurdî ya azad rêjeya tundiya li dijî jinê sal bi sal kêm dibe û ev yek dide xuyanîkirin ku asta zanebûnê li cem jina kurd bilin dibe.

Di serjimêriyeke ku ji alî rêxistina Sara ya dijatiya tund û tîjiyê li dijî jinê di sala 2015ê de hatibû kirin,1451 kêsên tundî li dijî jinê hatin belgekirin.

Li gorî rêxistina nav hatî,rêjeya tundiya li dijî jinê ber bi kêmbûnê ve diçe,çimkî serjimêriya sala 2014ê nêzî 3140 kêsên tundiyê hatibûn belge kirin.

Ji alî xweve rêveberiya xweser li rojavayê kurdistanê gelek yasayên parastina mafê jinê sepandin,lê hin mafnas dibînin ku beşdarbûna jinê di warê leşkerî û şer û cengan de,dikeve bin sîwana tund û tîjiyê de.