Li Diyarbekirê Meryema Pakîze hat bibîranîn

Li Dêra dîrokî ya Qedîm a Suryaniyan; Dêra Meryema Pakîze ya Diyarbekirê xirîstiyan li hev civiyan û bi boneya Wefata Meryema Pakîze, ayîneke olî hat rêvebirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Dêra dîrokî ya Qedîm a Suryaniyan; Dêra Meryema Pakîze ya Diyarbekirê xirîstiyan li hev civiyan û bi boneya Wefata Meryema Pakîze, ayîneke olî hat rêvebirin. Di ayînê de dia hatin kirin û wekî kevneşopiyeke qedîm û dîrokî, yek ji remzên bereketê tirî hat belavkirin.

Li Diyarbekirê di Dêra Meryema Pakîze ya Qedîm a Suryaniyan de ayîneke dîrokî hat rêvebirin. Bi boneya salvegera întîqala asîmanan a Meryema Pakîze ku wekî "Cejna Tirî" jî tê binavkirin, kesên xirîstiyan hatin cem hev, find pêxistin û dia kirin. Di ayînê de Keşeyê Dêra Meryema Pakîze Yûsûf Akbûlût jî axaftinek kir û amaje kir ku armanca rojên wiha, xurtkirina yekîtiyê û belavkirina aştiyê ye.

Keşeyê Dêra Meryema Pakîze Yûsûf Akbûlût di vê rojê de got: "Di roja Întîqala Asîmanan a Meryema Pakîze de em hatine cem hev. Meryema Pakîze dayîka Îsa Mesîh e. Ji bo hemû mirovahiyê kesayeteke girîng e. Em dixwazin Meryema Pakîze ji bo me dia bike. Îsa Mesîh dibêje "ji hev hes bikin." Lihevcivîna me ya vê derê jî nîşaneya vê heskirinê ye."

Di ayîna Întîqala asîmanan a Meryema Pakîze de her çiqas ne wekî tevlîbûna salên berê be jî xirîstiyan hatin Dêra Meryema Pakîze û tevlî ayînê bûn û tirî xwarin. Beşdarên ayînê anîn zimên ku ew bi rojên wiha ji pirsgirêkên xwe dûr dikevin û ji xwe re dia dikin.

Roja Întîqal asîmanan a Meryema Pakîze her sal di hefteya duyem a meha Tebaxê, di roja yekşemê de li gorî merasîmên xirîstiyanî bi ayînên olî tê bibîranîn. Di vê rojê de jî ji ber ku tirî wekî remzeke bereketê tê dîtin, di nav xelkê de tê belavkirin.