Modela Iraqî Tare Faris li Bexdayê hate kuştin

Modela Iraqî Tara Faris îro li Bexda paytexta Iraqê bi guleyan hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Modela Iraqî Tara Faris îro li Bexda paytexta Iraqê bi guleyan hate kuştin.

Malpera “alsumaria” belav kir, jêderekî tenduristî nûçeya kuştina wê keça fotomodel a Iraqî piştrast kir û ragihand, ku bi guleyan li Bexdayê hate kuştin.

Ev yek di demekê de ye, kêmtir ji du mehan e 2 bûyerên kuştinê ji vê cureyê hebûne, ku berî demekê Dr. Refîf Yasirî bijîşkê neştergeriya ciwankariyê û xwediyê navenda ciwankariyê “Barbie” hat kuştin.

Piştî wê jî, Dr. Şeza Samiraî xwediya navenda ciwankariyê li mala xwe bi kêran hate kuştin. Ev her sê bûyerên kuştinê di heyama kêmtirî ji 2 mehan e li Bexdayê rû dane.

Tara Faris sala 1996an ji bavekî Iraqî û dayikeke Libnanî jidayik bûye, berê hevjînî kiriye û kurekî wê heye, piştre jî ji hevjînê xwe cuda bû.

Ji ber karê wê ku fotomedel bû, çend caran gef lê hatibû xwarin û demekê ji Iraqê derketibû. Demekê hatibû Hewlêrê, lê di pişt re vegeriya Bexdayê.

 

S. B