Li Qamişlo navendeke taybet bi nexweşiya Otîzmê hat vekirin

Li gorî kesên pispor di vê nexweşiyê de rêjeya Otîzim li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji ber gelek sedeman zêde dibe, loma pêwistiya deverê bi navendên pispor heye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li gorî kesên pispor di vê nexweşiyê de rêjeya Otîzim li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji ber gelek sedeman zêde dibe, loma pêwistiya deverê bi navendên pispor heye.

Cara yekemîn e li bajarê Qamişlo navendeke taybet ji bo zarokên nexweşiya Otîzmê tê vekirin. Ji heyama 4 mehan ve navenda nexwşiya otîzmê hatibû vekirin û piştî herhatina malbatên zarokan, rêveberiya navendê xwestin şaxekî din vekin da ku hejmarek ji zarokan hembêz bikin. Rêvebira navendê ku ji Dimeşqa paytexata Sûriyê ye û keseke di nexweşiya Otîzmê de pispor e, dibêje ku yek ji armancên wê piştî bawernameya xwe ya di warê Otîzmê de wergirt ku xwe bighîne hemû bajar û herêmên Sûriyê û alîkariya zarokên Otîzmê bike.

Li gorî rêvebira navendê Meysem Hisriyê, rêjeya Otîzmê li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji ber hin sedeman zêde dibe wek:

Nepakiya jîngehê û tunebûna alavên vehewendina zarokan li hin nexweşxaneyan herweha tunebûna zanyariyan li ser nexweşiya Otîzmê jî sedemekî giring e.

Di vî warî de hejmarek ji karmendên navendê li ser şopandin û serederiya bi zarokên Otîzmê re hatine rahênankirin û di heyama 4 mehan de jî karîbûn 5 zarokan tevlî civakê bikin.

Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê û ji heyama 10 salan ve gelek navend ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet hatine vekirin, lê ji ber tunebûna karînan û kêmbûna kesên pispor ku piraniya wan jî ji ber rewşa aloz a li Sûriyê koçberî derveyî herêmê bûn, piraniya wan navendan hatine girtin.