Dîroknas: Li Kurdistanê jiyan beriya 40 hezar salî dest pê kiriy

Şûnwarnas û dîroknasan gundekî ji keviran li Rojhilatê Kurdistanê dîtine.

K24- Navenda Nûçeyan

Şûnwarên ku li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hatine dîtin, piştrast dikin ku jiyan beriya 40 hezar salî li wê navçeyê hebû.

Li bajarê Dîloran ê ser bi parêzgeha îlamê ve, dîroknas û şûnwarnasan encamên lêkolînên xwe derbarê gundekê ji keviran ku hatibû dîtin, eşkere kirin.

Li gor ajansa Kurdpa, a taybet bi nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê, ew gund li deşta Mûsiyanî ya Dîloranê hatiye dîtin, dîroka wî gundî jî bo beriya 40 hezar salî vedigere.

Beriya niha Rêveberiya Mîrata Kulturî û Geştyariya Şaristanî ya Dîloranê wiha tomar kiribû ku, jiyan li wî gundê ku hatiye dîtin, beriya 9 hezar salî dest pê kiribû.

Lê şûnwarnas û dîroknasên biyanî tekez kirin ku, dîroka wî gundî bo beriya 40 hezar salî vedigere.

Mirovên ku beriya 40 hezar salî li Dîloranê jiyan dikirin, karê çandiniya genim û çe dikrin, tevî xwedîkirina ajelên wek bizin û gamêşan.

Li deşta Dîloranê, bêhtirî 250 cih û girên dîrokî hene, lê heta niha tenê 80 cih ji aliyê dezgehên pêwendîdar ve hatine tomarkirin.