Li Enqerê danasîna bajarê Rihayê

Bajarê Kurdistanê Riha li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşangehekê hate danasîn. Di pêşangehê de ligel şevbûhêrkên Rihayê danasîna kelûpelên keleporî û xwarinê xwemalî hate kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Bajarê Kurdistanê Riha li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşangehekê hate danasîn.  Di pêşangehê de ligel şevbûhêrkên Rihayê danasîna kelûpelên keleporî û xwarinê xwemalî hate kirin.

Bajarê pêxemberan û dergûşa şaristaniyê Rihaya bajarê bakurê Kurdistanê bi pêşengiya parêzgeh û şaredariyên Rihayê bi navê “Bajarê Pêxemberan li Enqerê ye” bi navbeykariya pêşangehekê hate danasîn. Yekem care ku li Enqerê danasîna Rihayê bi awayekî berfireh tê kirin.  Di pêşangehê de kelûpelên bi keda destan hatine çêkirin, cil û bergên herêmî û amûrên bi nîgarên Rihayê hatine xemilandin cih digrin. Ligel vê yekê bi makîne û dezgehên dîrokî yên ku pê cil û mehfûrên hewrêşim dihatin dirûn ku berê di jiyana rojane ya Kurdan de dihatin bikaranîn jî hatin pêşandan.

Midûrê Çand û Geştûgûzariya Rihayê Aydin Aslan ji K24ê re wiha got: “Bajarê Pêxemberan care yekem e ku tê paytexta Tirkiyê. Em bi  deverên xwe yên dîrokî, bi cil û bergên xwe û xwarin û şêraniyên xwe ve hatin paytextê. Yên ku heta niha Riha nedîtine jî bi vê mebestê em naskirin. Çalakiyeke derengmayî bû. Serdêrên têne li vir jî gelekê kêfxweş in.”

Nûnera Şaredariya Wêranşarê Medîne Arda jî got: “Riha paytexta dîrokê ye û ji bo ku em vî bajarê dîrokî ji Enqerê û cîhanê re bidin danasîn em li vir in. Em cil û bergên keleporî yên Kurdî yên ku bi hezaran sal raboriya wan hene li vir pêşkêş dikin.”

Dema ku mirov behsa Rihayê dike helbet xwarinên xwemalî, şêranî û xûrekên sirûştî jî nayên jibîrkirin. Di pêşangehê de ji kebab û kutilkan bigrin heta ecîn û fistiqan, ji beklawe û beniyê bigrin heta penîr û dimsên sirûştî, her tişt tên pêşandan û firotin. Herwiha pêşangehê ji aliyê welatiyan ve jî eleqeyekî mezin dît.

Welatî Tamer Aydin dibêje: “Festîvaleke gelekî delal e, welatî eleqeyeke mezin nîşan didin. Festîvaleke gelekî cindî ye. Tiştên ku hûn li Rihayê dixwazin hemû li vir hene.” 

Welatî  Îsmaîl Kuçukkaya jî got: “Ev bîst sal in ku ez ji Rihayê hatim e û bi rastî jî çalakiyeke direngmayî bû. Ez kêfxweşim ku bajarê min li Enqerê tê danasîn. Li vir min bêhna xwe berda.”

Di pêşangehê de ligal xwarin û kelûpelên dîrokî şevbêrk jî hate lidarxistin. Herwiha welatiyê Enqereyî û Rihayiyên ku li Enqerê dijîn ji bo ku ji tehm û keleporên Rihayê pêpar neminin dikarin heta 21ê Gulanê serdana pêşangehê bikin.