Penceşêra memikê li Rojavayê Kurdistanê zêde dibe

Nepaqijiya jîngehê jî roleke sereke di belavbûna vê nexweşiyê de heye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Penceşêra memikê li cem jinan li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê zêde dibe, sedema wê jî wekî pispor dibêjin ku nepaqijiya jîngehê û nezaniya serederiya jinan bi vê nexweşiyê re ye. Herweha nezanîna pişkinîna pêşwext jî dihêle ku rêjeya wê zêde dibe, lê di heman demê de pizîşk dibêjin jî ku heger jin guhdanê li xwe bike ti metirsî ji vê nexweşiyê tune ye.

Çi girêka ku di memikên jinê de derkeve, dibe ku penceşêr be ta ku tersî wê diyar bibe.Ev hevok diyar dike bê çiqasî giring e ku jin li xwe miqate be û xwedî li tendirustiya singê xwe derkeve.

Li Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê rêjeya penceşêra sîng zêde bûye û li gorî pizîşkên pispor, gelek sedem hene wek qelewbûn û bikaranîna dermanên nehiştina ducaniyê di demeke dirêj de, herweha nepaqijiya jîngehê jî roleke sereke di belavbûna vê nexweşiyê de heye.

Pisporê Penceşêrê Dr. Danîş Hecî Ibrahîm li ser vê nexweşiyê ji K24ê re wiha axivî: “Sedeme vê nexweşiyê ne ku alavên bijîşkî tune ne, lê nezaniya xelkê bi vê nexweşiyê ye. Heger çi girêkek di pêsîr de derkeve divê jin li xwe bipirse. Ev girêka ku naêşe jî metirsî jê derdikeve, ku jin demeke dirêj wê piştguh dike.”

Tu amarên fermî ji hijmara kêseyên pencşêra sîng li deverê tune ne,lê li gorî bizjşkên pispor dibêjin, ji sedî 90 nexweşên ku seredana wan dikin, penceşêra sîng bi wan re heye.

Derbarê peydabûna derman û alavên penceşêrê jî, hin navendên taybet ji bo dabînkirina dermanan hatine vekirin û nema pêwistiyan wan bi çûna bajarên mîna Şama paytext heye, lê wekî hin jin dibêjin pêwist e kampînên hişyariyê di nava civakê de bêne li darxistin.

Derbarê pişkinîna pêşwext ji penceşêra sîng re, bijîkên pispor dibêjin, pêwist e her jinek ji temenê 20 ta 40 salî her 2-3 salan carekê pişkinîna sîng li cem bijîşkên pispor bike û salane ji jinên piştî 40 salî re. Lê ya herî giring ku mehane her jinek pişkinîneke xweser li malê ji sîngê xwe re çêbike û eger ti guhertinên berçav hebin, pêwist e seredana bijîşkên pispor bike.