Dibe ku jiyan li ser heyvên hesareya Keywan hebe

Şêst û du heyvên Keywan hene, hin ji wan gellekî biçûk in û hin jî gellekî mezin in, heyva herî mezin ya hesareya Keywan bi navê Tîtan e, ku ji hesareya (Tîr) anku (Mercury) mezintir e

K24 - Navenda Nûçeyan

Hesareya Keywan şeşemîn hesare ye bi dûriya xwe ji rokê, weke ciwantirîn û qeşengtirîn hesareyên Komika Rokê tê naskirin.

Keywan hesareke gazî ye, mirov nikare li ser wê bimeşe, ji ber ku ewê di nav de noq bibe û bi ti awayî jiyan li ser wê hesraeyê peyda nabe, lê gellek heyvên Keywan hene.

Heya niha şêst û du heyv ji Keywan re hatine vedîtin, hin ji wan gellekî biçûk in û hin jî gellekî mezin in, heyva herî mezin ya hesareya Keywan bi navê Tîtan e, ku ji hesareya (Tîr) anku (Mercury) mezintir e, ew jî wek diwem mezintirîn heyva Komika Rokê tê naskirin piştî heyva Genemîd ya Hesareya Berçîs (Muşterî) ku ew bixwe wek mezintirîn heyva Komika Rokê tê naskirin.

Li gorî gerdûnzanan, egera hebûna jiyana mîkropî li ser hin heyvên Keywan heye, bi gotina gerdûnzanan, dibe ku av di bin qaşûla hin ji wan heyvan de hebe.

N.O   

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/59627207-fa63-46d6-abc8-b0157ed5be46/032718RGJ.ism/manifest