Daxwaz tê kirin ku ciwanên Kurd zêdetir xwedî li Kurdî derbikevin

Li Zaningeha Alpaslan ya Mûşê, xebat û perwerdehiya zimanê Kurdî berdewam dike. Mamosteyên beşa “Wêje û Zimanê Kurdî” dibêjin, perwerdehiyên bi Kurdî li zaningehan girîng in ku zimanê Kurdî bê fêrkirin û danasîn. Xwendekar jî şanaziya xwe ji bo hebûyîna perwerdehiya zimanê xwe yê zikmakî aşkere dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Mûş

Li Zaningeha Alpaslan ya Mûşê, xebat û perwerdehiya zimanê Kurdî berdewam dike. Mamosteyên beşa “Wêje û Zimanê Kurdî” dibêjin, perwerdehiyên bi Kurdî li zaningehan girîng in ku zimanê Kurdî bê fêrkirin û danasîn. Xwendekar jî şanaziya xwe ji bo hebûyîna perwerdehiya zimanê xwe yê zikmakî aşkere dikin.

Ji aliyekî ve perwerdehiya zimanê Kurdî, li Turkiyeyê hêj jî mijareke gengeşiyê ye û daxwaza ku zimanê Kurdî jî li Turkiyeyê wek zimanê resmî bê pejirandin heye, ji aliyê din de wek dersên bijarte Kurdî di perwerdehiyê de cîh girt û li zaningehan  jî beşên li ser zimanê Kurdî di asta Master, lîsans û doktorayê de hatine vekirin. Zanîngeha Alpaslan Ya Mûşê, bi vekirina  beşa  “Wêje û Zimanê Kurdî” li Turkiyeyê bi awayekî resmî yekemin car perwerdehiya edebiyata Kurdî da qêbûl kirin.

Mamosteyê Beşa Kurdolojî yê Zaningeha Alpaslan Nevzat Emînoglû, bal kişand ku xebatên li ser wêje û zimanê Kurdî, derfetekî baş e ku him ciwan fêrî zimanê xwe bibin, him jî bi lêkolînan dewlemendî û taybetmendiyên zimanê Kurdî fêr bibin. Emînoglû ragihand ku ew li zaningehê li ser wêjeya Kurdî ya  klasîk, nûjen û pratîkên fêrbûyîna zimên perwerdehî xebatan dikin.

Emînoglû ji K24ê re jî wiha axivî: “Pratîka perwerdehiya zimanê Kurdî, ji hezar salan bêtire di medreseyan de pêkhatiye. Di medreseyande 30 pirtûkên ku heta niha hatine xwendin nîvê wan kêmtirîn jî 10 ji wan bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin lê haya kesî jê tuneye. Em li ser wan lêkolînan dikin û em ji dersên edebiyata modern îstifade dikin û formên nû diafirînin.

Mamosteyên Kurdolojiyê, daxwaz dikin ku ciwanên Kurd zêdetir, hewla fêrbûyîna zimanê xwe bidin û beşdarî perwerdehiyên edebîyat û wêjeya Kurdî bibin.

Bekir Gongen jî di pola 3. Ya beşa Kurdî de xwendekarê lîsansê ye. Bekir, balê dikşîne ku derfetên bi zimanê Kurdî fêrbûn û fêrkirin peyda bûye û daxwaz dike ku hevalên wî jî wek wî di warê çand û zimanê xwe de him xwe bipêş bixin, him jî ji bo Pêşxistina ziman û edebiyatê hewlan bidin.

Gongen ji K24ê re got: “Axaftineke nû, tiştên nû derketin pêşberî min, yanî pêşî min piçek zehmetî kîşand. Ji ber li bajarê Dîlokê jidayîkbûbûm û li wir jî axaftina Kurdî di nav gel de zêde tunebû axaftina min jî baş nebû. Ez piştî hatim vê derê him min axaftina xwe bipêşxist û him jî çanda xwe fêrbûm. “

Perwerdehiya Kurdî li Turkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê, yekem car li zaningeha Artûkluyê ya Mêrdînê, di jêrnavê “zimanên ku dijîn de” destpêkiribû û piştre jî li zaningehên din yên Bakûrê Kurdistanê di asta master, lîsans û doktorayê de beşên Kurdolojiyê hatibûn vekirin.