Nexwşên Otizmê li Rojava ji pêşxistina derfetan bêpar dimînin

Di roja cîhanî ya nexwşiya Otizmê de zarokên ku bi vê nexweşiyê ketine li Rojavayê Kurdistanê ji derfetên pêşxistina serederiya bi wan zarokan re bêpar dimînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di roja cîhanî ya nexwşiya Otizmê de zarokên ku bi vê nexweşiyê ketine li Rojavayê Kurdistanê ji derfetên pêşxistina serederiya bi wan zarokan re bêpar dimînin. Li gorî amarên fermî yên saziyên têkildar bi nexweşiya Otizmê rêjeya Otizmê sal bi sal zêde dibe, lê ew guhdana pêwist bi vê nexweşiyê li herêmên Rojavayê Kurdistanê kêm in.

Li Rojavayê Kurdistanê zarokên nexweşiya Otizmê jî mîna hemû zarokên deverê di gelek aloziyan re derbas dibin. Yek ji van pirsgirêk û aloziyan kêmbûna navendên taybet bi vê nexweşiyê û tunebûna kesên pispor ku karibin alîkariyan ji nexweşên Otizmê re pêşkêş bi kin.

Li bajarê Qamişlo tenê navendeke taybet bi zarokên kêmendam û xwedan pêdiviyên taybet heye ku di nava wan de 13 zarokên nexweşiya Otizm jî têne perwerdekirin. Navenda bi navê cîhana zarokan ku ji alî desteya jinê ve li Cizîrê e hatiye vekirin û zêdeyî 40 zarokên xwedan pêdiviyên taybet li xwe digre.

Mamosteyên navendê dibêjin ku hijmareke mezin ji zarokên Otizmê li Rojavayê Kurdistanê hene, lê ji ber ku navenda heyî ne li gorî asta pêwist e û gelek kesên pispor jî koçberî ji derveyî welat bûn herweha hejmareke mezin ji malbatan jî zarokên xwe tomar nakin, loma herhatina li ser navendê jî kêm e.

Li ser asta tevaya Rojavayê Kurdistanê tenê 2 navendên taybet bi zarokên xwedan pêdiviyên taybet hene, yek li bajarê Qamişlo ye û şaxek jî li bajarokê Til Temirê ye. Lê ta roja îro ti navendên taybet bi Otizmê ne hatine vekirin û ev yek dibe cihê metirsiyê ku hejmareke mezin ji nexweşên Otizmê bê derman bimînin.