Li Diyarbekirê Pêşangeha Xwarinên Herêmî dest pê kir

Li Diyarbekirê Pêşangeha Xwarinên Herêmî û Şarezayên Xwarinê dest pê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê Pêşangeha Xwarinên Herêmî û Şarezayên Xwarinê dest pê kir. Pêşangeha ku dê heta 18'ê Mijdarê dewam bike; dê 4 rojan mazûvaniya 112 fîrmayên ji Diyarbekir û 30 bajarên bakûr û Tirkiyeyê bike. Li gorî ragihandina rayedarên bajêr; armanca vê pêşangehê, avakirina pira dan û stendina nav esnafên Diyarbekir û bajarên Bakur û Tirkiyeyê ye.

Li pêşangehên ku TUYAP ango Kompaniya Hemû pêşangehan li dar dixe, pêşangeha Xwarinên Herêmî û Şarezayên Xwarinê jî hat zêdekirin. pêşangeha ku di 14'ê Mijdarê de dest pê kir, dê 4 rojan dewam bike. Di destpêka pêşangehê de pêşî xwarinên tescîlkirî yên Diyarbekirê ji bo beşdaran hatin danasîn û rayedarên bajêr, belgeyên fîrmayên Birincê Qerejdaxê, Qedayîfê Diyarbekirê û Penêrê Honandî radest kirin. Rêvebera TUYAP'a Diyarbekirê Gozde Baştimar dide zanîn ku di pêşangehên bi vî rengî de eleqeya esnafên bajarên cuda, ji bo Diyarbekirê gelek zêde ye.

Rêvebera TUYAP'a Diyarbekirê Gozde Baştimar ji K24ê re got: "5 Rojan dê beşdarên pêşangehê li bajarê me bigerin, dê di derbarê bajarê me de bi nêrînên cuda vegerin bajarên xwe. Dê ev mêvan li otêlan bimînin, dê li xwaringehên bajêr xwarinê bixwin, dê bi texsiyan bigerin; ango bi vî em bawer dikin ku awayî dê fêdeyeke baş li aboriya Diyarbekirê bibe. Her wiha fîrmayên me yên Diyarbekirê, fîrmayên ku nikaribin xwe bigihînin, bi rêya van pêşangehan bi rehetî dikarin xwe bigihînin û dan û stendinan bikin."

Ji bo ku îkramê beşdarên pêşangehê bê kirin; penêrê Diyarbekirê yê ji 21 metreyan hatibû honandin; bal kişand. Digel penêrê honandî; qedayîfa ku li ser navê Diyarbekirê pesendkirî ye jî bi dirêjahiya 8 metreyan û ji 210 kîloyan; bi hevpariya 7 fîrmayên navdar hat amadekirin.Yek ji hosteyên qedayîfê Haşîm Altûnbay jî dibêje; fêdeya van pêşangehan ji bo bajêr gelek zêde ye û daxwaza wan ew e ku hejmarên van pêşangehan hinek din jî werin zêdekirin.

Hosteyê Qedayîfê Haşîm Altûnbay dibêje: "Me îsal patenta wê girtiye; ji bilî Diyarbekirê qedayîfa burma li tu derê û ji aliyê tu kesî ve bi awayê resen nayê çêkirin. Ev jî pîşeya Ermeniyan e û bab û bapîrên me jî ji wan hîn bûne. Em jî ji bab û bapîrên xwe hîn bûne û me jî aniye heta roja îroyîn."

Ji Wanê heta Sêwazê, ji Mêrsînê heta Trabzonê, ji Hatayê heta Qeyseriyê; beşdariya 30 bajaan çêbûye. Her firmaya ku xwarinên herêma xwe li standên xwe pêşkêş dikin; ji eleqeya esnafên Diyarbekirê jî û ji eleqeya beşdarên pêşangehê jî gelek razî ne. Mehmet Guler jî ji Sêwazê tevlî pêşangehê bûye û dibêje; daxwaza me ew e ku em bi peymanên mayînde berhemên xwe li bazara Diyarbekir û herêmê jî belav bikin.

Beşdarê pêşangehê Mehmet Guler dibêje: "Di serî de armanca me ev e ku em berhemên navdar ên Sêwazê bi xelkê Diyarbekirê bidin naskirin. Berhemên me tenê ji goştê golikan tên çêkirin û em ê hemû berhemên xwe pêşkêşî xelkê bajêr bikin"

Cudahiya vê pêşangehê ji pêşangehên din ên xwarinên herêmî ew e ku vê carê Şarezayên Xwarinê beşdariyê dikin. Di rojên pêş ên pêşangehê de dê ji xwarinên herêmî heta şîrînahiyan; hemû cure xwarin ji aliyê aşpêjan ve werin çêkirin û şarezayên xwarinan ên navdar, dê bi nirxandinên xwe xwarinên herî xweş destnîşan bikin.