Keçeka Kurd xelata "Siwarê Franîsî"werdigre

Tê zanîn ku, ew xelat bo wan kesên serkeftî di warê rewşenbîrî û wêjeyê de tê dayîn, herwiha ji wan kesên ku, ezmûneke wan a serkeftî li ser astê rewşenbîriya Fransayê tê dayîn

K24-Navenda Nûçeyan

Keçeka Kurd ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê weke yekemîn kes ji her çar parçeyên Kurdistanê Xelata "Siwarê Fransî" ku, yek ji xelatên herî giringe di wî welatî de werdigire.

Şîlan Remezan keça Kurda bajarê Qamişlo ku, yek ji xwendekarên zangoya Şamê bû, karî bi zîrekbûn û xebata xwe bi rêya Peymangeha Kurdî ya Fransî biçe wî welatî da ku, xwendina xwe bi dawî bike, tevî ku, Şîlan ji biyaniyên Parêzgeha Hesekê bû û bê nasname û paspor bû,lê ji ber ku, ew keçeka çalak û zîrek bû, Fransayê rê li ber vekir daku, derbasî wî welatî bibe.

Li Parîsê Şîlan sala 2009ê mastera xwe derbarê zanista Asoriyan a zimanên kevnar de, ji zankoya Sorbon wergirt, di sala 2012ê de diktora xwe jî li ser navçeya Xabûr a Cezîra Sûriyê û pêwendiyên siyasî di serdema Babiliyan de wergirt.

Di sala 2014ê de beşdarî di kongreya parastina şûnwarên Sûriyê li Parîsê de kir, herwiha weke nûnera Herêma Kurdistanê jî beşdarî di Wrokshopekê di sala 2015ê de kir, ji ber wê xebata wê Wezareta Rewşenbîrî ya Fransayê xelata Siwarê Fransî da wê keça Kurd.

Tê zanîn ku, ew xelat bo wan kesên serkeftî di warê rewşenbîrî û wêjeyê de tê dayîn, herwiha ji wan kesên ku, ezmûneke wan a serkeftî li ser astê rewşenbîriya Fransayê tê dayîn.

Berî niha di di sala 2013ê de û di nav 75 kesayetiyên cçhanê de Princesse Sînem Xan Bedircan li gor mersûmekê ku, ji Serokê Fransayê hatibû imzekirin xelata Rûmeta Niştimanî ya Fransî wergirtibû.