Temîrkariya demjimêran li hember teknolojiyê têdikoşe

Li cîhanê yek ji pîşeyên herî zêde ji teknolojiyê bandor wergirtî pîşeya temîrkariya demjimêran e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li cîhanê yek ji pîşeyên herî zêde ji teknolojiyê bandor wergirtî pîşeya temîrkariya demjimêran e. Bi taybet ji ber telefonên mobîle demjimêrên mekanîk êdî zêdetir wekî amûrên kêrsimê tên e bikaranîn. Hostayên vê pîşeyê jî ji vê rewşê bi gazindin û dibêjin: temîra demjimêran karekî hunerî ye û ew metirsîdarin ku di nêzîk dem de ji ber teknolojî û demjimêrên dîjîtal pîşeya wan wê girîngiya xwe yek car ji dest bide.

Pîşeya temîrkariya demjimêran ya ku demekê wekî pîşeyeke gelekî çalak û bi îtibar dihate dîtin ji ber pêşketina teknolojiyê êdî berev tûnebûnê diçe. Bi taybet jî ji ber demjimêrên Çînê ku bi bihayekî gelekî erzantir tên firotin eleqeya li ser vê pîşeyê gelekî kêm bûye. Dikanên temîrkariya demjimêran dikin jî êdî yek bi yek deriyên xwe digirin. Hosta Zekî Tunçê ku ev 44 sal e bi vê pîşeyê mijûle amaje dike: bi taybet piştî telefonên mobîl û demjimêrên elektronîk hatin hilberandin û şûnde eleqeya li ser demjimêrên kevin di asta herî jêr de ye.

Zekî Tunç ji K24ê re dibêje: "Bi zêdebûna telefonên mobîle eleqeya li ser demjimêran gelekî kêm bûye êdî. Girêdayî vê yekê pîşeya temîrkariya demjimêran jî hêdî hêdî ji holê radibe. Niha li serê her kolanekê û li her dikanekê demjimêr tên e firotin. Lê helbet dîsa jî karîgeriya telefonên mobîle ji her tiştî zêdetir e û em nikarin wan demjimêrên teknolojîk temîr bikin. Ji xwe karê me li ser temîrkariya demjimêrên mekanîk e. Lê ji ber ku demjimêrên dîjîtal gelekî erzan tên firotin gava xirab dibin pêdivî bi temîrê çê nabe şûna wê, yeke nû dikirin."

Hosta Zekaî Tunç gava ev pîşe hê zindî û çalak di gelek kompaniyên navdar de xebitiye û bi teknîk û agahiyên ku ji wan kompaniyan fêrbûyî xwe di vî warîde pêş dixe û piştî demekê piraniya dewlemend û lîstikvanên Tirkiyê digel wî dikevin pêwendiyê. Hevkarê Hosta Zekaî Tunç Enîs Abdîler jî bi heman hostatiya xwe tê zanîn. Hosta Abdîlerjî ji rewşa niha bi gilî û gazind e û dibêje: êdî tu qedr û qîmeta vê pîşeyê nemaye û welatî ji ber erzaniyê jî zêdetir bala xwe didin ser berhemên Çînê.

Enîs Abdîler wiha diaxive: "Berê li Tirkiyê 15 hezar temîrkarên demjimêran hebûn. Îro ev hejmar ketiye bin 5 hezarî de. Temîrkariya demjimêran yekjar ji holê ranabe lê dê gelekî kêmtir bibe. Herwiha em êdî nikarin bo xwe berdestekî jî peydabikin. Mirov êdî demjimêran wekî amûreke kêrsimê bikartînin. Di demên berê de mirovan bi zorî dikariyan bo xwe demjimêrekê bikirin lê îro kesek dikare 10 demjimêran jî bikire."

Hosta Zekaî Tunç û Enîs Abdîler îro jî bo çend merqeyên navdar yên cîhanê temîrkariya demjimêran dikin û debara xwe ji vê pîşeyê dabîn dikin lê li aliyekê jî digel bîreweriyên rabirduyê xemgîn dibin û metirsîdarin ku di rojên nêz de kêm eleqeya li ser vê pîşeyê jî yek car ji holê rabe.