Giştî Gustîlên Diyarbekirê li Rojhilata Navîn belav dibin

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, atolyeyeke ku 26 sal in gustîlên alyans çê dike, hem li Tirkiye, hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li welatên Ewropayê û Rojhilata Navîn belav dike. Alyansên ku ji Diyarbekirê ber bi welatên cîhanê ve diçin, ji ber nexşên taybet ên Kurdewarî zêdetir tên tercîhkirin.

Li vê atolyeyê, bi xebata van hosteyan, gustîlên alyans tên çêkirin. Her gustîla ku bi cerebeya salan tê hilberîn, beriya ku li ber camekanan werin pêşandan, bi kedeke hûr û baldarî tên eyarkirin. Hosteyên li vê atolyeyê, bi salan e ku li gorî taybetiyên bakûr, gustîlên alyans çêdikin û li seranserê welêt û derveyî welêt pêşkêşî gelan dikin.

Hosteyê gustîlên alyans, Levent Guleç e. Guleç ji bajarê  Çorûmê ye û 10 sal in ku li Diyarbekirê alyansên taybet çê dike. Guleç ji K24ê li ser vê pîşeyê wiha axivî: "Hilberînên me yên li vê derê, bi temamî li gorî derfetên me tên amadekirin. Bêyî ku em bi derekê ve girêdayî bimînin, em nexşên modelên xwe çêdikin. Ango em bi hilberînên xwe, xîtabê hemû herêmê dikin."

Gustîlên ku li gorî pîvanan qalibên wan tên derxistin, li gorî daxwazên kiriyaran tên amadekirin. Atolyeya ku bi salan e bi xebatên malbatî tê rêvebirin, ji xeynî daxwazên derveyîwelêt, ji bo 700 fîrmayên zêrkariyê gustîlan çêdike.

Gerînendeyê Reklama gustîlan Ahmet Artik e. Artik diyar dike ku li Bakur tenê ew gustîlên alyans çêdikin û ji bo taybetiyên Diyarbekirê bidin naskirin, siluyetên bajêr bi kar tînin. Dibêje: "Li herêmê, li Tirkiyeyê û li derveyî welêt, sedema ku xelk tercîha gustîlên me dike ew e ku nexşên me yên taybet hene. Koleksiyonên me yên diyarkirî hene; koleksiyona Mezopotamyayê, koleksiyona Ben û Sen'ê, koleksiyona Dîcle-Firatê û ya Mem û Zîn heye. Ji ber vê jî nexş û modelên me, li nav welêt jî, li derveyî welêt jî eleqeyeke baş dibînin."

Alyansên Diyarbekirê yên ku di nav salên dawîn de zêdetir balê dikişînin, piştî hûrgiliyên destkariyê, li ber camekanan cihên xwe digirin. Kesên ku bi hev re biryara jiyana hevpar didin jî berê xwe didin vê dikana zêrîngeriyê û alyansên ku bûne nîşaneya mirad û mexsedan derbasî tiliyên xwe dikin.