Penaberên Kurd li Stenbolê bi girtina masiyan debara xwe dikin

Girtina çend kîlo masî ji bo wan bextewariya herî mezin a cîhanê ye. Penaberên Kurd ku ji ber şerê li Sûriyê, li Tirkiyê dijîn ji bo debara mala xwe gelek karên cuda dikin. Lê di nav penaberan de çend kes hene ku karê masîgiriyê ku çawa li çemê Feratê dikirin niha li ser pira navdar a Galataya Stenbolê jî dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Girtina çend kîlo masî ji bo wan bextewariya herî mezin a cîhanê ye. Penaberên Kurd ku ji ber şerê li Sûriyê, li Tirkiyê dijîn ji bo debara mala xwe gelek karên cuda dikin. Lê di nav penaberan de çend kes hene ku karê masîgiriyê ku çawa li çemê Feratê dikirin niha li ser pira navdar a Galataya Stenbolê jî dikin.

Ev nîk ji 6ê serê sibê heta 8ê êvarê tê çerixandin. Yê ku diçerixîne jî yekî penaber e. Cuma Mihemed, xelkê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye ji ber şer koçî Stenbolê kiriye û karê xwe yê masîgiriyê li xeribiyê jî berdewam dike.

Penaberê Masîgir Cuma Mihemed ji K24ê re got: “Li Sûriyê jî min karê masîgiriyê dikir. Li ber çemê Feratê min masî digirtin. Bi vî karî min xweytiya zarokên xwe dikir û mihtacê tu kesî nedibûm. Piştre ji ber şer ez hatim Tirkiyê û min biryar da ku li Stenbolê jî ez ê karê xwe yê masîgiriyê bikim.”

Mihemedê ku bavê 7 zarokan e ji bo pariyek nan bibe mala xwe, li ser pira Galatayê ya Stenbolê nîkê xwe diavêje deryayê da ku çend masî bigire û bi kêfxweşî vegere mala xwe.

Cuma Mihemmed dibêje: “Saet 5ê serê sibê ez ji malê derdikevim û saet 6ê digihijim vêderê, 5 kîlo yan 6 kîlo masî digirim û difiroşim xelkê. 15 sal e ez vî karî dikim. 7 zarokên min hene min 7 zarokên xwe jî bi karê masîgiriyê xweytî kir. Zarokek min zewicî ye û zarokêk wî jî heye. Mala Xwedê ava ku em li ser piya ne û vî karê xwe didomînin.”

Li ser pira Galatayê ku wek pira masîgiran tê zanîn gelemperî kesên Tirk masî digirin lê ji bilî wan penaberên masîgir jî hene.

Alî Cûma jî wekî Mihemed bi heman sedemê ji Efrînê hatiye Stenbolê û ji bo çend kîlo masî bigire û xweytiya malbata xwe bike rojê 15 saet dixebite.

Penaberê Masîgir Alî Cuma jî dibêje: “Berê jî li Sûriyê jî ez diçûm çemê Feratê min masî digirt û difirot lê piştre şer derket û em reviyan hatin Stenbolê li vir jî karê masîgiriyê dikin.”

Bi girtina çend kîlo masiyan rûyê wan dikene û dilê wan jî geş dibe. Ji bo wan jî bextewariya herî mezin ew e ku bi helalî xweytiya zar û zêçên xwe bikin.

Alî Cuma got jî: “Masiyên ku ez digirim û piraniya wan difiroşim merivên xwe. Rojê 4 û 5 kîlo masî digirim. Serê sibê zû de saet 6an de têm û heta 8ê êvarê dixebitim.”