Sûrên Diyarbekirê bi dîroka xwe di qada cîhanê de deng vedane

kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Sûrên Diyarbekirê ku di qada cîhanê de piştî Sûrên welatê Çînê, Sûrên herî dirêj tên naskirin, bi dîroka xwe ya 5000 salan û bi zeximbûna xwe, hîn jî ji avaniya xwe ya dîrokî kêm nekiriye. Sûrên Diyarbekirê ku sedema avabûna xwe dorpêçkirina bajêr a ji erîşên hêzên derveyîn bûne, niha jî di warê mîrateyên çandê de bi dîrok û teşeyên xwe bala raya giştî ya cîhanê dikişînin.

Keleha Diyarbekirê û sûrên ku dora Diyarbekira kevin dorpêç kirine, li gorî lêkolînan, beriya zayînê di salên 3-4 hezarî de ji aliyê Împaratorê Bîzansî; Costantinûs ve bi mebesta parastina bajêr hatine çêkirin. Ji jor ve dîmena sûrên ku dora bajêr dorpêç kirine, di teşeyê masiyî de ye. Sedema vê yekê jî wiha tê ravekirin ku milê li aliye Qerejdaxê dikeve, bi alava agirê ku ji çiya herikiye, kevirên sûran helandiye lewra ew teşeyê masiyî bi awayekî xwezayî çêbûye.

Serokê Saziya Geştiyarî û Danasîna Diyarbekirê Edîp Paçal diyar dike ku ji bo danasîneke zêdetir, ew bi qadên fermî re di nav dan û stendinê de ne. Paçal ji K24ê re wiha axivî: "Helbet dema qala Diyarbekirê tê kirin, di serî de Sûrên Diyarbekirê tên bîra mirovan. Lê her çiqas sûrên me ketibin bin Parastina Mîrateyên Cîhanî yên UNESCO'yê û bi vê yekê bala raya giştî ya cîhanê li ser hatibe kişandin jî divê xebatên danasîna taybetiyên Sûrên Diyarbekirê bi awayekî baş werin kirin."

Sûrên Diyarbekirê, bi dirêjahiya xwe 5 kîlometre, bi bilindbûna xwe 12 metre û bi firehiya xwe jî sê metre û nîv in. Sûrên ku xwedî 82 bircan in, kelehek li hundirê sûran, kelehek li derveyî sûran, ji du beşan pêk tên. Sûrên Diyarbekirê ji 5 dergehên esasî yên ji bo têketina bajêr pêk tên. Ev dergeh; Dergehê Çiyê, Dergehê, Rihayê, Dergehê Mêrdînê, Dergehê Yekderî û Dergehê Duderî ne. Li gorî ragihandina Serokê Saziya Geştiyarî û Danasîna Diyarbekirê Edîp Paçal; di meha îlona 2017'an de dê çend komên biyanî, bi taybetî ji bo sûran serdana bajêr bikin.

Edîp Paçal got jî: "Ji bo danasîna Sûrên Diyarbekirê, Platforma Geştiyariya Diyarbekirê, xebatên berbiçav kirine. parêzgerî, şaredarî, sazî û dezgehên sivîl û civakî û piraniya dînamîkên bajêr ji bo danasîneke xurt hewila xebateke hevpar didin. Encamên van xebatan, di nav 2 mehên pêş de dê ji bo raya giştî werin aşkerakirin."

Herdu kelih û sûrên Diyarbekirê, di sala 2015'an de ketin bin parastina Mîrateyên Cîhanî yên UNESCO'yê. Li ser sûran, kîtabeyên 12 dewletên serdemên berê cihê xwe digirin. Ji Romayiyan heta Merwaniyan, ji Eyûbiyan heta Osmaniyan, şopên şaristaniyên ku ji Diyarbekirê derbas bûne, di serdema îro de bûne sedem ku şanenava 'Dergûşa Şaristaniyan' li bajarê Diyarbekirê bike.