Hezar û 100 cihên dîrokî li Kantona Cizîrê hene
K24-Navenda Nûçeyanî
Hevserokê Desteya geştyarî û parastina şûnwaran li Kantona Cizîrê Hisên El-Elî ragehand ku, li Kantona Cizîrê hezar û 100 şûnwarên dîrokî hene.
Derbarê rêjya wan şûnwaran Hevserokê Desteya Geştyarî û parastina şûnwaran li Kantona Cizîrê Hisên El-Elî di daxuyaniyekê de tekez kir ku, şûnwar bi rêya yasayên têne parastin Desteya Geştyarî û Desteya şûwaran têne parastin.
El-Elî da zanîn ku, Herêmên Kurd bi cihê xwe yê dîrokî zengîn û dewlemendin, aşkere kir ku, tenê li Kantona Cizîrê hezar û 100 şûnwar hene.Herwiha diyar kir ku, ew şûnwar berî niha rastî diziyê dibû û guhdan bi wan nediha kirin.
Heserokê Desteya Geştiyariyê tekez kir ku, piştî damezrandina desteya wan a ser bi Rêveberiya Xweser ve, êdî erkê wan destnîşankirina şûnwarinan û parastina wan e.
Piraniya şûnwarên dîrokî yên Kantona cizîrê li Til Hemîs, Hesekê, Serê Kaniyê, Til Temir, Til Beyder û Til Koçer in.