NASA: Em nêzîk in ku, jiyanê li ezman peydabikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê beşê zanistî ya Dezgeha Esmanî ya Amerikayê (NASA) ragihand ku, bawer in di demek gelek nêzîk de dê jiyanê li esman keşf bikin.
Di axaftina xwe de Thomas Zurbuchen herweha destnîşankir ku, tenê di sistema stêrkî ya TRAPPIST – 1 de 7 erdên ku dijibihin dinyayê hene. Di galaksiya me bi xwe de, hîn jî zanyarî li ser bi milyaran planet nî nin.