Teknelojiya Peugeot, Opel dikire

Peugeot, Opel dikire

K24 – Navenda Nûçeyan

Di kerta mezin a otomobilan de gotinek heye,  Şirketa Amerikî General Motors, ku xwediyê otomobila Almanî Opel e jî, li gel hevrikê xwe PSA Peugeot Citroen re hevdîtinan dike, ji bo firotina Opel.

Marka ya Opel bi salan e, di cîhana otomobîlan de şikestin xwariye û nikare bigihe asta otomobilên din ên navdar di bazarê de. Li gor aborîzan û zanyarên kerta otomobîlan, firotina Opel bo Peugeot van rojan dê bê ragihandin.

Ev çendîn sal in, Peugeot Citroen û Opel bi hevûdu re hin modelan dadixin bazarê.