20 erdhej li Herêma Kurdistanê rû dan

Rêveberiya Keşnasiyê û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, şeva bûrî 20 erdhej li Herêma Kurdistanê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Keşnasiyê û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, şeva bûrî 20 erdhej li Herêma Kurdistanê bûn.

Rêveberiya Keşnasiyê û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê li malpera xwe ya fermî belav kir, şeva bûrî ji demjimêr 12 û ta 3:00 berbangê 20 erdhej li çiyayê Ezmer ya Silêmaniyê rû dan.

Rêveberiya Keşnasiyê û Erdhejê da zanîn, pileyên tundiya erdhejan di navera 2.5 ta 3.1 pile Richter bûn. Ti amaje jî bi hebûn yan nebûna ziyanan ji encama wan erdhejan nekir.