Ji kevneşopiya çanda Betlisê xarika Betlîsê

Xarika Betlîsê ku berê wek pêlav hatiye bikaranîn, di salên dawî de ji ber ku piyaseya wê kêm buye, bi metirsiya nemanê re rûberûye. Haydar Yilmaz take kese ku niha çanda çêkirina Xarika Betlîse dide domandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Betlîs

Xarika Betlîsê ku berê wek pêlav hatiye bikaranîn, di salên dawî de ji ber ku piyaseya wê kêm buye, bi metirsiya nemanê re rûberûye. Haydar Yilmaz take kese ku niha çanda çêkirina Xarika Betlîse dide domandin. Yilmaz bo Kurdistan24 diyar kir ku ji ber çêkirina wê zehmet e û piyaseya wê nemaye kes naxwaze pê bilî bibe, lê ewê heta ji destan bê bide berdewamkirin.

Yek ji wan kevintirîn pêlava ku bi destan hatiye çêkirin Xarika Betlîs e ku pêlaveke hewildoriya vî bajara ye. Di çêkirina Xarikê de, 2 cure tayên ku ji muyê pezê reş û zibilê kenevîr tên bikaranîn. Li Betlîsê tenê Haydar Yilmaz, çêkirina vî berhemê dîrokî, kevnare ku kedeke zehmet dixwaze dide berdewamkirin.

Haydar Yilmaz ku niha li Şaredariya Betlîsê, di beşa çandî dixebite, tîne ziman ku ew di sala 1997'an de beşdarî kursa perwerdehiya çêkirina Xarika Betlîsê buye û bi berdewamî ji wê demêve çêdike. Yilmaz radigihîne ku hemû melzemeyên ku xarik pê tê çêkirin, ji ketenê kenevîr û muyê pezê reş e.

Haydar Yilmaz dibêje: "Ev berhem bi sedan sal, li vê heremê, hem li nav malan, hem li derve, wek pêlav hatiye bikaranîn. Ji ber ku kindirên ketenî û muyê pez, di serma û zivistanê de, bi avê diwerimin û kêm av distînin, dîsa havînan jî hem hînikin, hem jî ji bo bawesîr û nexweşînên lingan baş e, di çêkirinêde hatine bikaranîn."

Kesekî ku bixwaze cotekî xarika Betlîsê çêbike, divê kêmtirîn hefteyekî xwe ji bo terxan û xerc bike. Çêkirina xarika Baetlîsê ji 12 merheleyan pêktê, mû û ketenên ku tên bidestxistin, wiha dibin ta û pişre jî bi şûşinê tên dirotin.

Yilmaz tîne ziman ku gelek kes tên û di kursan de fêrî çêkirinê dibin, lê ji berk u çêkirin demeke dirêj berxwedide û zehmet e, di serde jî zêde piyaseya wê baş nîne kes naxwaze pêve bilî bibe, loma jî ew tenê maye ku hewla domandina vî karî dide.

Haydar Yimaz got jî: "Muyê pez jixwe gundî ji ajalên xwe bidestxistine, berê kenevîr jî li vir ji aliyê welatiyanve hatiye çandin, lê ji ber tovê kenevîr wek hişbirî tê bikaranîn êdî tenê di kontrola dewletê de tê çandin. Di cotekî pêlav de teqrîben 20 tayên kindir tên bikaranîn."

Xarika Betlîsê, di salên dawî de tenê ji bo kesên ku ji bo tendirustiya lingên xwe dixwazin û komên folklorê yên heremê tên xwestin û çêkirin. Cota wan jî ji bo zarokan 150, ji bo mirovên gihiştî jî 300 lîreyê Turkiye.