Yekem konfirans a nêvdewletî ya pizîşk ên diranan li Hewlêrê birêveçû
K24- Hewlêr
Yekem konfiransa nêvdewletî y pizîşk ên diranan li Hewlêrê birêveçû, nêzîkî 1500 pizîşk ên pişspor ên bwar ê diranan pişikdarbûn.
Merem ji encamdan evê konfiransê, pêşvebirin ast a zanistî û zanyarî yên pizîşk ên Kurdistanê ye, ku nêzîkî 1100 pizîşk ji herêm a Kurdistanê û 400 jî ji parêzgeh ên Îraqê pişkdaririn. Li gor axivtin ên pişkek ji pizîşkan, ew a ku pêdivîye di niha de hebe, vekirin a nexweşxaneyek tybete bi nexweşî yên diranan û ew xizmetguzarî û sîstem a ku niha heye pêdivî bi guhertinêye.
Wezaret a saxlemîyê jî evê konfiransê bi giring dizane û dê kar bike bo hînan a alav ên nû di bwar ê saxlemî ya diranan de.
Konfirans a nêvdewletî ya pizîşk ên diran ji alîyê Sendîka ya pizîşk ên diranan yên Kurdistanê hatîye rêkxistin û nêzîkî 25 kompanya yên bîyanî keriste yên pizîşkî yên xwe têde nimayîş û pêşkêş dikin bo dem a 2 rojan.