Fehmî: Gelê Kurd xwedî şaristaniyeke mezin e

Balyozê Niyazbekiyê yê NY û lîstikvanê Misrî Hisên Fehmî serdana Herêma Kurdistanê kir û pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê ji koçber û penaberan re bilind nirxand.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Niyazbekiyê yê NY û lîstikvanê Misrî Hisên Fehmî serdana Herêma Kurdistanê kir û pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê ji koçber û penaberan re bilind nirxand.

Balyozê Niyazbekiyê yê NY Hisên Fehmî di hevdîtinekê de ji peyamnêra K24ê Çîmen Adil re diyar kir ku, serdana wî bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya tomarkirina bernameyek bi navê “Zeman” e ku roniyê dixe li ser dîrok, kelepûr, xwarin û çanda gelan li welatên navçeyê.

Fehmî amaje bi Herêma kurdistanê kir, ku pêşwaziya penaber û koçberan dike, bêyî ku ti cudahiyê tê di navbera wan de. Herwiha Kurd bi asteke bilind ya pêwendiyan dikare bi hemû netew û olan re bijî.

Hisên Fehmî lîstikvanê bi navûdeng yê Erebî ye, 9 salan Balyozê Niyazpakiyê yê NY bû, ji sala 2012an ve jî Rêxistina Aştiyê ya Amerîkî ve Balyozê Aştiyê ye.

Fehmî got jî: “Gelê Kurd, gelekî resen e û xwedî şaristaniyeke mezin e û gelek tişt ji mirovahiyê re pêşkêş kiriye, loma ezê gelê Kurdistanê bi awayekî baş pêşan bidim.”

yê Fehmî aşkere kir jî, ku serdana wî ji Hewlêrê re dê sî rojan berdewam bike. Herwiha bi niyaz e jî di rojên pêş de proseyeke xizmetguzariyê ji zarokên kêmendam re jî li navçeyê jî encam bide.