Amûde: Cejn û şahiya zarokan
K24 – Amûde
Girupek ji ciwanên bajarê Amûdê bi destpêka cejna Qurbaniyê re gul û lîstok bi awayekî xwebexş li zarokên bajêr belav kirin, bi armanca belavkirina kêfxweşiyê û rakirina hestên biêş yên ku bûyerên 5 salên dawî bandora xwe li ser zarokan kiriye. Bi vê çalakiya ciwanan zarok û malbatên wan jî pir kêfxweş bûn.