Yahya Kamçi xelata "Qenciyê" wergirt

Yahya Kamçi, li Bakurê Kurdistanê, dilmayîn û aloziyên kudi navbera aliyan de çêdibin, çareser dike. Yahya Kamçiyê mamoste, vê berpirsyarî û xêrxwaziyê ji yên beriya xwe wekî mîrate girtiye û îsal jî "Diyariya Qenciyê ya Navneteweyî" wergirtiye. Kamçi dibêje; dibe ku xeletî û şaşî çêbibbin lê divê mirov bikare hevû din biborîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Yahya Kamçi, li Bakurê Kurdistanê, dilmayîn û aloziyên kudi navbera aliyan de çêdibin, çareser dike. Yahya Kamçiyê mamoste, vê berpirsyarî û xêrxwaziyê ji yên beriya xwe wekî mîrate girtiye û îsal jî "Diyariya Qenciyê ya Navneteweyî" wergirtiye. Kamçi dibêje; dibe ku xeletî û şaşî çêbibbin lê divê mirov bikare hevû din biborîne.

Yahya Kamçi, 17 sal in ku mamosteyê Zanista Civakî ye, lê ew ligel karê xwe yê mamostetiyê, di projeyên xêrxwaziyên civakî de û di lijneyên lihevanînê de jî bi awayekî çalak hewil daye. Kamçi di nav 17 salan de 3 sal mamosteyê salanê yê Diyarbekirê hatiye hilbijartin. Lê serkeftinên wî tenê di warê mamosteyî de nîn in, ji ber cihgiritna wî ya di projeyên civakî de û hewildanên ji bo lihevanîna hisûmetên nav civakê, di 12'ê Adarê de hêjayî "Diyariya Qenciyê Ya Navneteweyî" hat dîtin.

Yahya Kamçi dibêje, "aştî" gotineke xwedî wateya herî baş û qenc e û cihaneke ku di nav aştiyê de be xeyal dikim. Kamçi heta niha di lihevanîna 1174 malbatên xwînî de berpirsiyarî girtiye, di projeyên rûnên bermayî, berhevkirina kalpaxên avêyên plastîk de û di berhevkirina pîlên bermayî de projeyan daye destpêkirin.

Xêrxwazê Aştiyê Yahya Kamçi ji K24ê re wiha axivî: "Dibe ku mirovên li beramberî me çewtî yan jî xeletiyekê bike. Divê mirov biborîne, ji bo xatirê Xweda, ji bo xatirê ku em li vê cîhanê bihevre dijîn. Sibehî emê hemû bimirin, biçin ser dilovaniya xwe, bi rûmet mirov biçe dilovaniyê tiştê herî baş e."

Kamçi dibeje xwîn bi xwînê paqij nabe û vê ferasetê jî ji Hecî Seîd Şanliyê ku niha çûye ser dilovaniya xwe, girtiye. Kamçi balê dikişîne ku qedrê mirovên aştixwaz ligel mirovahiyê bilind e û divê herkes hewila ku di cihê şer de aştî peyda bibe bide. Kamçi çawayiya destpêkirina lihevanîna mirovan jî wiha ravedike.

Herwiha Kamçi dibêje: "Apê Hecî Seîd Şanli hebû, bi saya wî ez ketim nav vî karî. Heta wê rojê min aştî û felan nizanibû. Rojek ji min re got tu diçî qahwê? Min got naxêr. Got tu cixareyê dikişînî? min got naxêr. Got tu êdî were gel apê xwe. Em bi wî re diçûn bi malbatan re pêwendî dadianî, ji bo aştî û rawestandina xwîndarî."

Yahya Kamçi, di derheqê wergirtina xelata "Diyariya navneteweyî ya qenciyê" de ragihand ku lijneyeke bêyî ku bi wî re pêwendî deyne, hatiye û li Diyarbekirê lêkolîn kiriye û piştre jî wî agahdar kirine ku ew hêjayî xelatê hatiye dîtin.