Giştî Li Diyarbekirê ax û xweza bûye deriyê derbarê

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, dar û kulîlkên rengîn bûne deriyê debarê. Welatiyê ku ji ber hezkirin û mereqa xwe ya xwezayê dest bi berhevkirina cureyên dar û kulîlkan kiriye, ev mereq ji xwe re kiriye deriyê debarê û 33 sal in ku bazirganiya xwezayî dike.

Dar û berên ku bi şînahiya xwe dîmeneke ji daristanê tînin bîra mirovan; bi gul û kulîlkên sor û zer, wêneyeke xwezayî û zindî pêşkêşî rêwiyên kolanê dikin. Ji darên çaman heta darên xemila şaneşînan, gelek cureyên nebatên xwezayî li vê qada kulîkan hene. Xwediyê vê qada rengîn Newab Kormaz, 33 sal in ku bi vî karê xwezayî re mijûl e û 4 zarokên xwe bi vê debarê li zanîngehan dide xwendin.

Xwediyê Qada Gul û Kulîlkan Newab Korkmaz ji K24ê re got: “Ji bo jiyana xelkê me yê bajêr, çi ji destên me tê, em dikin. Ev 33 sal in ku ez vî karî dikim ango daxwaz ji ku derê were, em diçin. Danîna dar û beran be, ya gul û sosinan be, çi be em dikin.”

Cureyên darên ku li vê derê tên pêşkêşkirin, ji hemû bajarên bakûr û Tirkiyeyê tên bidestxistin. Kesên ku bixwazin şaneşînên xwe yan jî bexçeyên xwe bixemilînin, berê xwe didin vê qadê û li gorî aboriya wan dest dide, dan û stendinê dikin. Xwediyê qada dar û kulîlkan Newab Korkmaz dibêje; Gelê Kurd ji ber taybetiya erdnîgariya Kurdistanê hînî şînahî û berhemên xwezayê bûye, lewra eleqeya li van berheman gelek zêde ye.

Korkmaz dibêje :“Bila hemû cîhan bi xweşî be, bila bi gul be, bi sosin be bi rihan be, daxwaziya me jî ev e. Jixwe xelkê me jî ji xwezayê gelek hez dike. ”

Van gul û kulîlkên ku vekirine, bi kedeke mezin û demeke diyarkirî hatine gihandin. Lewra her ku vî karê xwezayî bala niştecihan dikişîne,  dan û stendin zêdetir dibe û pêwîstiya kesên ku hilberîn û xwedîkirina van şînahiyan bikin jî zêde dibe. Ji ber vê yekê jî 35 kes tenê bi karê hilberîn û xwedîkirina van dar û beran ve mijûl dibin.