Li Sûriyê Ji sedî 50 rastî nexweşiyên Derûnî bûne

Li gor pizîşkên Derûnî rêjeya kesên ku, rastî nexweşiyên Derûnî bûne li Sûriyê ji sedî 50î ne, lê heta niha ti lêkolîn li ser hejmara nexweşan yê ku, roj biroj zêde dibin ne hatiye çêkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêveberê Tenduristiya Derûnî li Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê Remezan Mehfûrî ragehand ku, pêwîstiya welatê wî bi 500 pizîşkên Derûnî heye.

Berdewamiya şer, nebûna ewlekariyê û rewşa aborî ya xirab li Sûriyê, herwiha girtina xelkê û êşkemcekirina wan di zîndanên rejîmê de welatiyên Sûriyê rastî gelek nexweşiyên Derûnî kir derbarê vê mijarê Rêveberê Tenduristiya Derûnî li Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê Remezan Mehfûrî ji Rojnamya el-Weten re ragehand ku, li Sûriyê tenê 40 pizîşkên Derûnî hene, lê di dema niha de pêwîstiya wî welatî bi 500 pizîşkan heye.

Mehfûrî da zanîn ku, hin parêzgehên Sûriyê weke Tertûs û siwêde pizîşkên Derûnî tê de nînin. Aşkere kir ku, welatê wî bo vê armanê pilana perwerdekirina pizîşkan amade kirye.

Li gor pizîşkên Derûnî rêjeya kesên ku,  rastî nexweşiyên Derûnî bûne li Sûriyê ji sedî 50î ne, lê heta niha ti lêkolîn li ser hejmara nexweşan yê ku, roj biroj zêde dibin ne hatiye çêkirin.