Li Amedê “Pêşbaziya Zebeşan” birêve çû

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Li Hîpodroma Amedê "Pêşbaziya Zebeşê Amedê û Beza Zebeş" pêk hat. Di pêşbaziyê de cotkar Adîl Aydin bi zebeşê xwe yê 45 kîlo û 900 gram bû yekemîn.

Pêşbazî, ji aliyê Parêzgeriya Amedê ve îsal cara 5'emîn hate lidarxistin. Yên ko di pêşbaziyê de di nava 3 kesên ewil de cih girtin bi pere û zêran hatin xelatkirin. Di çalakiyê de bi hespan pêşbaziya 2 hezar metreyan jî hate kirin.

Li gorî daxûyaniyên rayedaran îsal di 45 hektaran de 173 ton zebeş hatine hilberandin. Ji ber ko balê bikişînin ser cotkariya Amedê û bajêr jî baştir bê naskirin ev mîhrîcan tê li dar xistin.