Li Semsûrê “Şahiya Lîstikên Kolanan” hate lidarxistin

Li cîhanê bi pêşveçûna teknolojiyê gelek tişt bi tunebûnê re rû bi rû dimînin. Yek ji van jî lîstikên kolanan yên keleporî ne. Li Semsûra Kurdistanê bi mebesta ku listikên kolanan yên keleporî li ser piyan bimînin û neyên jibîrkirin şahiyet hat sazkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Semsûr

Li cîhanê bi pêşveçûna teknolojiyê gelek tişt bi tunebûnê re rû bi rû dimînin. Yek ji van jî lîstikên kolanan yên keleporî ne. Li Semsûra Kurdistanê bi mebesta ku listikên kolanan yên keleporî li ser piyan bimînin û neyên jibîrkirin şahiyet hat sazkirin.

Li bajarê Semsûrê çalakiya ‘Şahiya Lîstikên Kolanan’ hate organîzekirin. Çalakiya ku ji aliyê şaredariyê ve hat sazkirin bi gelek lîstikên kevn ên gelêrî bala welatiyan kişand. Şaredar, parêzgar, saziyên sivîl ên civakî û gelek welatiyan beşdarî di çalakiyê de kirin û başdar jî ligel lîstikvanan lîstin û dîmenên rengîn derketin holê.

Parêzgarê Semsûrê Abdullah Erîn ji K24ê re wiha axivî: “Ji wan neteweyên ku raboriya xwe çanda xwe û kevneşopiya xwe jibîr kirine tiştek dernakeve. Her cure adet û folklora me jî di navê de ye. Bi vê mebestê ez wan kesên ku di amadekirina vê şahiyê de ked dane pîroz dikim û serkeftinê ji pêşbazan re dixwazim.”

Welatî Hatîce Ugur jî got: “Lîstina van lîstikan gelekî bi kêyf e. Ji dibistana me herkes hate vêderê. Midûr û xwendevan di pêşbaziyê de bi ser ketin. Ez ê jî lîstika heftokan bilîzim. Em îro ji bo temaşekirinê hatin.” 

Çalakiyê du rojan berdewam kir û di mêweya şahiyê de pêşbirkên çember, qircix û gizgizokê hatin kirin. Zarokan di çarçoveya şahiyê de çember û deleme zivirandin û bendik leyîstin. Şahiya lîstikên kolanan ligel welatî û xwendevanan û bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Şaredarê Semsûrê Husrev kutlu ji K24ê re wiha anî ziman: “Me şahiyeke ku folklora xwe bidin danasîn saz kir ji bo dîtina nifşên nû û zindîkirinê. Bi pêşengiya Konseya Bajêr û dibistanên me, wan lîstikên herêmî ku li ber nemanê ne zindî dikin careke din. Ev hê destpêke. Em ê van çalakiyan di demên pêş de vegûhêzin festîvalan. Amanca me ew e ku van lîstikên kevin bi nifşên nû re bînin bal hev.”

Welatî Berîvan Ozge Bektaş jî dibêje: “Ev lîstik xweş in û me bi pêşve dibin. Dema em zarok bûn jî van lîstikan dilîstin. Ji bo pêşketina teknolojiyê van lîstikan îro nikarin bilîzin. Mezinên me bi van lîstikan dilîstin.”

Bi pêşveçûyîna teknolojiyê re gelek nirxên kevneşopî bi tunebûnê re rû bi rû dimînin û ji wan gelek jî ji holê rabûn û wendabûn. Bi vê çalakiyê jî hatiye armanckirin ku rê li ber vê bişaftinê bê girtin û keleporên Kurdan ên lîstikan ji bo nifşên nû bê nasandin û weguhêstin. Rayedarên bajêr hêvî dikin ku ev çalakî li hemû bajaran vegûhêre festîvalê.