Bavê du kêmendaman banga alîkariyê dike

Malbatê daxwaz ji rayedaran kir ew alîkariya wan bikin da ku, dermanên zarokên xwe bikirin û tedawiya wan bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4fc24fdc-e64a-4ae9-b30e-c604818e96a2/HefteyaKemendaman-Ankara.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Li seranserê cîhanê di navbera 10 û 16ê Gulanê de hefteya kêmendaman di nava 156 welatên ser bi Yekîtiya Ewropayê de bi mebesta çareserkirina kêşeyên kêmendaman tê pîroz kirin. Lê belê kêşe yên kêm endaman her berdewam in. Li Rihayê malbata ku, du kurê wan kêmendam in li benda alîkariyê ne.

Li bajarokê Girêsoryê ser bi Rihaya bajarê bakurê Kurdistanê malbata Yaşar ku, xwedî heft zarokan e, du zarokên wan kêm endam in û bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe bicîh bînin. Ji loma jî dê û bavê wan her gav li benda wan radiwestin.

Abbas Yaşar ku, bavê van zarokan e berê di karê înşaatê de karkerî dikir lê piştî ku, temenê wî derbas dibe û ji ber nexweşiya xwe ya firikastû êdî nikare kare xwe berdewam bike. Malbat zehmetiya nebûna derfeteke aborî di kêşe û ji aliyê dewlet û weqfa piştevaniyên civakî ve jî alîkariya wan nehatiye kirin. Ji ber vê yekê jî xwe dîkirina her du kurên kêmendam,malbatê bi yek carî dixe nav zor û zehmetiyê.

Bavê Zarokan Abbas Yaşar wiha got:

"Ez 5 salan li Enqerê bi tedawiya zarokên xwe ve bûm. Ji aliyekî dermanên wan ji aliyekî jî xwedîkirina wan gelek zehmet e. Em nikarin zarokên xwe berdin kolanan, bi zarokên derdorê re şer dikin. Dema ku, me dest bi tedawiya nexweşiya lawikên xwe kir ev nexweşî li Tirkiyê tenê li çar kesan peyda bûbû.Navê vê nexweşiyê "Nexweşiya Asîdên Lebatî" tê gotin û  kesê ku, vê nexweşiyê digre kêm endam têdinê. Mirin carekê ye lê belê nexweşî her gave.

Aşxaneyên ku, bi salan alîkariya wan a xwarina germ di kir ji ber ku, avahî li ser navê Abbas Yaşar hatiye çêkirin alîkariya xwarinê jî ji wan hatiye birrîn. Rayedarên dewletê jî bi heman hincetê mûçeyê xwe dîkirina zarokên kêmendam jî jê qutkiriye.

DiyaZarokan Meryem Yaşar ji K24ê re wiha got:"Ev 25 sal in ez bi zarokên xwe re eleqedarim. Ez jî bûm nîv mirov. Sibehê heta êvarê ez bizarokan ve me. Ez nikarim li mal xwarinekê bipêjim. Alîkariya xwarinê li ser me hate birrîn û em pirsgirêkên mezin dikêşin. Keçên min tune ne ez bi tena serê xwe nikarim bi her tiştî re eleqedar bibim."

Malbat amaja bi wê yekê dike ku, ji ber zarokên xwe yên kêmendam ew nikarin biçin karekî bikin bo debara xwe û nikarin guhdarê zarokên xweyên din bibin.Malbatê daxwaz ji rayedaran kir ew alîkariya wan bikin da ku, dermanên zarokên xwe bikirin û tedawiya wan bikin.