Mayana Alves Şaciwana zîndanan

Li pişt têlên zîndanê, ne tenê tawanbar hene, lê mirovayetî û ciwanî jî heye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li pişt têlên zîndanê, ne tenê tawanbar hene, lê mirovayetî û ciwanî jî heye.

Di zîndaneke jinan de, li bajarê Rio De Janeiro ya Brazilê, jinên sizadayî cilikên zîndanê danîn û kirasên rengîn li xwe kirin, da ku beşdarî pêşbirka ciwaniyê bibin, mîne pêşbirkên cîhanî.

Armac ji vê pêşbirkê, ku nerînek nû ji bo wan jinên zîndankirî re saz bikin, weke ku rêvebera zîndanê dibêje.

Piştî ku por û makeup a wan temam bûn, 10 berbijêr çûne ser şanoyê, Mayana Alves, ku bi tometa diziyê hatiye zîndankirin, nasnav bi dest xist, lê ew hêvîdar bû, ligel nasnavê jî azadiya xwe bi dest bixe.