Li Colemêrgê jin hê jî di cirin de genim dikutin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Jinên Gevera navçeya Colemêrgê ligel pêşveçûna teknolojiyê hê jî wek kevneşopiyên ji bav û kalan mane, di cirin de genim dikutin.

Jinên ji Gevera navçeya Colemêrgê ligel pêşveçûna teknolojiyê hê jî wek kevneşopî û dab û nerîtên ji bav û kalan mane, di cirin de genim dikutin.

Jinên ji navçeyê di nav rojê de tên ba hev û ji bo di xwarinê de bikar bînin di cirin de genim dikutin. Li navçeyê genimê ku di cirinî de tê kutan di xwarinên wek "doxaba", "keledoş", "keşkek" û "gulgul"ê da tê bikaranîn. 

Qazê Înceya 69 salî ku li taxa Cumhuriyetê dijî jî wek kevneşopiya bav û kalan di cirinî de genim dikute. Înceyê ji AAyê re got ku edetên bav û kalan bi vî awayî derbasî nifşên nû dibin.

Înceyê destnîşan kir ku genimê di xwarinan de bikar tînin di cirinî da dikutin û wiha axifî: "Ev edet perçeyekî jiyana me ye. Em ji pêşiyên xwe fêr bûn û hê jî berdewam dikin."

Şahîde Vuralê jî diyar kir ku cirin kevirekî taybet e û got: "Genimê ku di cirinî de hatiye kutan bitam e. Ev karekî zor e. Em qederê 3 saetan genim dikutin. Em bi hevkariyê genim dikutin. Em genimê ku dikutin peyra dikelînin û ziwa dikin."