Xeraveyên Anî bala geştiyaran dikşîne

“Xeraveyên Anî” yê ku 8 hezar sal ji şaristaniyên cuda re mazûvanî kiriye, bi bermayî û rêçên xwe yên dîrokî jî, bi ciyê xwe yê cografik jî balê dikşîne. Loma jî di her serdem û demsalan de ciyêkî geştîyarî û serdankirinê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qers

“Xeraveyên Anî” yê ku 8 hezar sal ji şaristaniyên cuda re mazûvanî kiriye, bi bermayî û rêçên xwe yên dîrokî jî, bi ciyê xwe yê cografik jî balê dikşîne. Loma jî di her serdem û demsalan de ciyêkî geştîyarî û serdankirinê ye.

Xeraveyên Aniyê ku li ser xêza sînorê Turkiyeyê û Ermenîstanêye; çewa di dîrokê de bala şaristaniya kişandiye û rêç û bermayiyên bi hezar salan û ji şaristaniyên cuda dihevîne, di serdema hevçerx de jî ciyekî ku baldarî û balkêşiya xwe dide domandine. Loma jî di her demsal û serdeman de, dibe ciyê serdanan û geştîgeriyê.

Rêberê geştiyarî Engîn Pîşkîn ku 20 sal e li Serhedê û Turkiyeyê geştiyaran digerîne, radigihîne ku Xeraveyên Anî, ciyekî herî kevnewar yê Qersêye, loma jî her tim di bernameya xwede cîh dide, geşta vî ciyê dîrokî û qedîm.

Engîn Pîşkîn ji K24ê re got: “Şûnwareke Qedîm e, xwedî Taybetiya ku qedîmtirîn ciye li herema Serhedê. Sala borî jî wek ciyekî ‘Bermayiya Çandî û dîrokî’ hat pejirandin. Taybetiyeke vê dere jî li ser xêza sînorê Turkiye û Ermenîstanê ye. Ev newala pişt min viyalî wê Turkiyeye, wî alî Ermenîstan e.”

Şûnwar ango Xeraveyên Anî, ji Persiyan heta îskîtan, ji Urartuyan, Roma û Bîzansê heta Selçûkî û Osmaniyan; ji bi dehan şaristaniyan bermayî û rêçên dîroka qedîm dihewîne.

Nalan Savûcû jî yek ji wan endamê gruba geştiyarên ku bi rêberiya Engîn Pîşkîn ji Îzmîrê hatiyeye. Savûcû balê dikşîne ku li Turkiyeyê, qedra pêwist ji bo ciyên dîrokî nayê nişandan û daxwaz dike ku ciyên wiha bên parastin û xwedîlêderketin.

Geştiyar Nalan Savûcû jî dibêje: “Ez berê jî di demsala havînê de hatibûm, lê derfet bibinim dê her tim werim bo serdana vir. Bi rastî jî ciyekî gelek xweş e, lê 3 sal berê zêdetir bermayî li piyabûn, ez dibînim hin ji wan nemane, divê ciyên wiha bên parastin û divê kesên merak dikin teqez bên û vir bibînin.”

Tenê roja ku em jî li Xeraveyên Anîyê geriyan bi dehan grûbên geştiyaran lê serdan dikir û rêberên geştiyarî jî dan zanîn ku her tim bê naber yên serdan dikin hene.