Li Stenbolê amadekariyên meha Remezanê tên kirin

Li gelek navçeyên Stenbolê piştî fitarê heta dawiya paşîvê jî çalakiyên rengîn wek pêşengeh, xwendina helbest, beyt, şanoyên kevneşopî jî dê pêk werin.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

 

Li welatên Îslamî amadehiyên meha Remezanê ji niha ve dest pê kir. Li Stenbolê jî heta dawiya meha rojiyê dê çalakiyên ji hev rengîn hebin. Hemwelatiyên ku, berê xwe didin mizgeftan daxwaza aramî û xweşî kirin.

Bajarê Stenbol ku, bi sedan salan e ji bo gelek şaristan û gelan mazûvantî kiriye, di meha Remezanê de bi amadehiyên taybet dê pêşwaziya meha rojiyê bike. Beriya rojiyê ji aliyê xebatkarên şardeariyan ve hewşa mizgeftê û hundirê mizgeftê hatin paqijkirin.

"Li hinek deverên Stenbolê Remezan baş derbas dibe li hinek deveran jî haya wan qed ji mehê tune. Nizanin ku Remezan hatiye nehatiye. Dîsa jî cihê xêr û ziyaretê hene li bajêr."

Li gelek deverên bajêr weke her sal konên fitarê hatin danîn. Hemwelatiyan di meha pîroztirîn de bêhtir berê xwe didin mizgeft û cihên olî. Daxwaz û hêviyên hemwelatiyan hevpar bû. 

"Di meha rojiyê de gelek kes tên bexçê me. Heta destpêka remezanê ez ê bixebitim. Meha rojiyê bo hemû kesan bibe wesîleya aramî û xweşiyê."

"Ji bo hemû kesan li ser xêr û xweşiyê be. Bila dostanî tim bibe, gunehên me bên efûkirin."

"Meheke pîroz e. Hewa germ bibe jî em ê rojiyên xwe bigirin. Xwedê her sal vê mehê nesibî me bike înşallah."

Bi hatina meha bimbarek, liv û lebatên li sûk û bazaran jî zêdetir bûn. Xurme, guz, mişmiş û fêkiyên ku di rojiyê de pir tên xwarin li ser tezgahan hatin bicihkirin. Li gor dikandarên li sûka Misirê ya dîrokî meha rojiyê ji bo karê wan jî dê baş derbas bibe.

" Di Remezana borî de karê me pir ne baş bû. Hêvîdar im di vê Remezanê de karên me baş bibin. Bihayên berheman, li gor salên borî, îsal heman in nehat zêdekirin."

"Remezan e diçî Siltan Ahmetê li nav bazaran digerî. Rojeke zor xweş e lê re jî Hewlêrê. Penêr, xurme zerzevat dikirim dibim Hewlêrê jî lê re jî dixwim."

" Digel meha remezana xêr û bereket dê karê me jî baştir bibe. Niha bihayên berhemên me jî asayî ne ne zêde ne."

Li gelek navçeyên Stenbolê piştî fitarê heta dawiya paşîvê jî çalakiyên rengîn wek pêşengeh, xwendina helbest, beyt, şanoyên kevneşopî jî dê pêk werin.