Li Wanê bi 25 zimanan konsertek hate lidarxistin

Li Wana Kurdistanê bi boneya ‘Roja Ewropa’ çalakiyên rengîn hatin lidarxistin. Li Grava Axtamarayê ligel zaraveyên Kurdî bi 25 zimanan jî konsertek hate sazkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wana Kurdistanê bi boneya ‘Roja Ewropa’ çalakiyên rengîn hatin lidarxistin. Li Grava Axtamarayê ligel zaraveyên Kurdî bi 25 zimanan jî konsertek hate sazkirin.

Li gelek bajarên Tirkiyê Roja Ewropa bi çalakiyên cuda cuda hate pîrozkirin. Li bajarê Wanê jî çalakiyên rengîn hatin lidarxistin. Li Grava Axtamarayê ser bi navçeya Westanayê jî bi piştevaniya Jûreya Pîşesaziyê û Bazirganiyê ya Wanê û Navenda Zanyariyan ya Yekîtiya Ewropayê jî bi boneya Roja Ewropa konsertek hate lidarxistin û keleporên neteweyên cuda hatin pêşandan. Konserta ku ji aliyê koma bi navê “Koro Anka” ve hate dayîn bi sedan kêsan temaşe kir. 25 endamên koroyê jî bi Kurdî, Zazakî, Soranî, Tirkî, Erebî û bi bîst zimanên din stranên xwe gotin. 

Serokê Jûreya Pîşesazî û Bazirganiyê yê Wanê ji K24ê re wiha axivî: “Yekîtiya Ewropayê di cihanê de sazûmaneke giring ya civakî ye. Li hemû cihanê ev roj tê pîroz kirin. Me jî wek her sal îsal jî xwest ku di nav gel de çalakiyeke cîhereng derxin û pîrozbahî jî me li grava Axtamaraya ku ji me re wek sembolekê ye lidarxist. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî vê çalakiyê dan.”

Jûreya Pîşesaziyê û Bazirganiyê ya Wanê bi hevkariya Delegasyona Ewropayê her sal li Wanê van çalakiyên xwe li dar dixin. Bi boçûna kesên tevlî çalakiyê bûn jî, ji bo ev çalakî Axtamaraya ku bingeha çand û şaristaniyên cuda cuda ava kiriye, hatiye sazkirin gelekî bi qedr û qîmet e.

Şarêdarê Navçeya Gevaşê got: “Dêra Axtamarê di çand û hûnera Kurdî de jî xwedî cihekî girîng e. Ji ber çi ji ber ku hûn strana Metranîsa dizanin. Bînerên me ez bawerim bihîstin e. Strana Metranîsa li vê derê qewimiye û wekî din jî grava Axtamarayê di nav hînterlanda Westanê (Gevaşê) de ye. Wek şarêdarê Westanayê jî heger çalakiyên çandî hebin em jî beşdarî dibin.”

Şefê Koroyê Necdet Bayat jî got: “Roja Ewropayê rojeke hevdîtina çand û şaristaniyê û rojeke ku dîrok tê gotin e. Îro em jî wek “Koro Anka” li vê derê derdiken ser dikê û em ê bi 20 zimanan konsertekê li dar bixin.”

Konserta ku 20 zimanan çû serî heta derengiya şevê li Axtamareyê berdewam kir. Herwiha şaredarê Westanê û beşdarên din jî diyar dikin ev çalakî pir giring e ji bo geştûgûzariya Wanê û divê çalakiyên wisa her bên lidarxistin.