Tûrgût Vanli 63 sal in di hesinan de kar dike

Turgut Vanli, 63 sal in ku teşe dide hesinan.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan  

Turgut Vanli, 63 sal in ku teşe dide hesinan. Vanli radigihîne ku wî ji zarokatiya xwe ve li ber destê hosteyan şagirtî kiriye û pîşeya hesinkarî wek kar ji bo xwe bijartiye. Vanli hesin û polayên xurde, dipêje û ji nû ve jê berhem, alet û amûran çê dike. Li Wanê saxlemiya alêtên ku ew çêdike jî wek marqayekiye.

Turgût Vanliyê 80 salî, ji heft saliya xwe ve ji bo ku zanaatekî fêr bibe li ber destên hosteyên ku zanaatên cuda dikirin kar kiriye û ev 63 sal e jî, wek zanaatkarekî hesinên bermayî û xurdeyan dipêje û alet û amûran jê çêdike.

Hesinkar Turgût Vanli, tîne ziman ku ew zêdetir hesinên rêyên trênan ku tên guhartin û yên wek wan ku pola tê de zêdeye, bi rênca desta û zehmetiya teşedayînê, berhemên ku zêdetir di karên cotkarî de tên bikaranîn çêdikin.

Hesinkar Tûrgût Vanli li ser karê xwe ji K24ê re got: "Min 63 sal berê li bazara nav bajêr, yekem dukana xwe vekir. Berê zêdetir tevir, das, bêr û alet û amûrên wisa me çêdikir. Niha jî aletên ku bi traqtor û makînêyan kar dikin em çê dikin û temîra wan dikin. Cotkarî gelek bi paş ketiye û makîneyên nû jî pare û deynin (qerdin) loma ezê êdî vî kara wiha bidomînim."

Hoste û esnafên li sanayiya Wanê balê dikşînin ku cotkarî hatiye asta mirinê û nivşên nû jî ji karên wiha zehmet hez nakin.

Şeref Sonmez jî ev 20 sal e ku demeke xwe ya zêde li ber destên Turgûtê hesinkar derbas kiriye jî balê dikşîne ku karê zanaatê, b pêşketina teknolojiyê bipaş dikeve, lê zanaat jî derfet û taybetiyeke hilberînkariyê ye.

Hesinkar Şeref Sonmez dibêje: "Tûrgût Hoste, hesinkarekî gelek saxlem û hunerkar e. Min gel wî dest bi kar kir, carina ez çûyîm stembolê min karên din kir û disa vegeriyam, yanî tu car em jihev qut nebûn. Li Wanê hosteyekî di ser Tûrgût Hoste de tune ye. Di kar lihevanîna xwe de jî, di pişe û şexsiyeta xwe xwe de jî mirovek hêja ye."

Hesinên ku li nav agiran tên sor kirin, bi piştgiriya makînê û hunera destan; teşeya wan tê dayîn û ev alet û amûrên hanê ji bo cotkaran tên amadekirin.