Nebûna alavên pizîşkî jiyana zarokan dike metirsiyê de

Tevî hemû hezkirin û hêviyên xweşiyê lê dilê Ala tenê bi wan hêviyan çareser nabe.

K24-Qamişlo

Ala, keçeke piçûke, piştî 6 mehan ji zayîna xwe dest bi rastî êşa dil bû,malbata Ala jî bi nexweşiya wê re dest bi qonaxeke nû ji jiyaneke kirin, êdî hemû hizra wan bû, ku çawa bikarin neştegeriyê ji dilê Ala yê nazik re bikin.

Ji ber temenê Ala yê biçûk divabe kêş ango weizna wê bibe 10k.g ta bikarin dest bi çêkirina neştegeriyê bikin, ew jî 6 meh jêre pêwîste. Ji aliyekî din ve pirsgirên aborî malbata Ala neçar dike ku wê bibin bajarê Şamê yan jî li herêma Kurdistanê were derman kirin.    

Pizîşkê çavdêriya doseya Ala dike dibêje ku, rewşa wê heta niha cîgire, lê pêwîstiya wê bi neştegeriyê heye, herwiha diyar dike ku, heye berî dema 6 mehan neştegerî ji dilê Ala re çêbibe, ew jî ji ber tunebûna amûrên pêwîst neştegerî li Rojavayê Kurdistanê nayê çêkirin.     

Ala ne zaroka yekemîne û ne jî ya dawî ye ku, malbat li ber kêseya wê bêçare dimînin. Ne tenê tunebûna dermanan lê belê hin cûreyên nexweşiyan jî ku dermankirina wan li Şamê yan li herêma Kurdistanê ye zehmetiyên wan zêdetir dikin.

Tevî hemû hezkirin û hêviyên xweşiyê lê dilê Ala tenê bi wan hêviyan çareser nabe.