Jiyana ajelên kovî tê pêşberî welatiyan

Li Stenbolê ji aliyê dibistana Fransî Saint-Joseph ve Pêşangeha bi navê "Şev" ya ku li Fransayê ji aliyê 3 milyon kesan ve hatî şopandin hat vekirin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê ji aliyê dibistana Fransî Saint-Joseph ve Pêşangeha bi navê "Şev" ya ku li Fransayê ji aliyê 3 milyon kesan ve hatî şopandin hat vekirin. Ev pêşangeha ku sala 2014ê  li mûzexaneya netewî ya xweza û dîrokê ya Parîsê (Muséum National d'Histoire Naturelle) hatî rêvebirin vê carê tê pêşberî welatiyên Tirkiyê. Di vê pêşangehê de wekî ku mirov di nava daristanekê de be bi rêya dengên xwezayî û ajelan, ligel peykerên rovî, gur û balindeyan diçe nav dinyaya sirûştî.

Li gel dengê ajel û xişîniya belçîman beraz, rovî, gur, xezal  û gelek ajelên dî dinav daristana xwe de bi dilê xwe dijîn. Ev hemî peyker û daristana bi destan hatî çêkirin mirovan dibe nav jiyana  xwezayî.Li stenbolê ji aliyê dibistana Fransî Saînt Joseph ê ve Pêşangeha bi navê "Şev" ya ku li Fransayê ji aliyê 3 milyon kesan ve hatî şopandin vê carê tê pêşberî welatiyên tirkiyê.Di vê pêşangehê de wekî ku mirov di nava daristanekê de be, hem jiyana ajelên kovî dibîne hem jî bi rêya dengên  dar û giya balinde û dirindeyan  diçe nav dinyayekê dî. Berpirsê vê pêşangehê û Rêveberê navenda zanistên sirûştî Ahmet Bîrsel dibêje, ev pêşangeh ji aliyê dîtbarî û bihistbarî ve şeveka jiyana  xwezayî nîşanî mirovan dide ji aliyê dî vê bi rêya agahiyên zanistî dibe  wek fêrgehekê.

Ahmet Bîrsel ji K24ê re got: ''Em dixwazin şeveka jiyana ajel û xwezayê nîşan bidin. Di vê pêşangehê de Ji pêwendiya dinavbera ajelan bigirin heta peyda kirina xwarinê û tevgerên wan hertişt bi awayeke zanistî tê nîşandan.Her wiha bi rêya van panoyan derbarê çêbûna şevê û giringiya xewê  ji bo ajelan jî tê nîşandan. Gelek kêfxweşim ku Her roj gelek  xwendekar û welatî tên serdana vê derê dikin û vê jiyana xwezayî tecrûbe dikin.''

Ev pêşangeha ku sala 2014ê li mûzexaneya netewî ya xweza û dîrokê ya Parîsê jî hatî rêvebirin ji sê parçeyên wek xweza,feza û xewê pêktê.Yek ji berpirsa vê pêşangehê Sîmgenur Gudeberk jî radgihîne ku ev pêşangeh giringiya jîngeh û xwezayê dide  berçavan û welatî jî êdî zêdetir giringiyê dide van mijaran.

Sîmgenur Gudeberk dibêje: ''Êdî gelek kes  li şûna jiyana xwezayê ji  pirtûkan bixwînin dixwazin vê jiyanê hîs bikin û  bi çavê xwe bibînin. Li vê derê jî mirov jiyanekê nêzîkî rastiyê dibîne.Êdî ji biçûkan heta mezinan zêdetir kes giringiyê didin xwezayê û dixwazin derbarê wê de agahiyan bizanin.Ji ber wê jî  her roj hejmarek zêde mirov tên vê pêşangehê.''

Ev pêşangeha ku heta 18ê vê mehê berdewam bike ji aliyekê ve bi dengên xwezayî mirovan dibe nav şeveka daristanekê de ji aliyê dî ve bi her gavekê ajeleke cida tîne pêşiya mirovan û wan dibe nav dinyayeke helbestî û weşartî ya xwezayê de.