Şewata daristanan dibe sedema nerazîbûnan

Li navçeya Dêrsimê ya Xozatê, ji hefteyekê zêdetir e ku şewata daristanan dewam dike û sedema vê şewatê heta niha nehatiye zanîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Dêrsimê ya Xozatê, ji hefteyekê zêdetir e ku şewata daristanan dewam dike û sedema vê şewatê heta niha nehatiye zanîn. Şewata ku li Xozatê rû da, di navbera xwezaparêzan û rayedarên Dêrsimê de jî bû mijara nîqaşan. Li ser hin dîmenên şewatê, Parêzgeriya Dêrsimê daxuyand ku ew dîmenên hatine belavkirin, ne aîdê bajêr in. Xwezaparêz jî amaje dikin ku du sedemên bingehîn ên şewata daristanan hene; sedemek xirabûna hevsenga kişweriyê, sedema din jî bermayiyên çek û teqemeniyan ên piştî operasyonan e.

Di hefteya dawîn de nîqaşên li ser şewata daristanên Dêrsimê, hem li ser torên Medyaya Civakî, hem di nav xwezaparêzan de bû sedema nerazîbûnan. Şewata li navçeya Xozatê ya Dêrsimê ku sedema wê nehatiye zanîn û di roja 9’an de jî dewam dike, bi xwe re nîqaşan jî peyda dike. Hevserokê Jûra Endezyarên Çandiniyê yê Diyarbekirê Samet Ûcaman dibêje; bi tunebûna daristanan re xweza bertekê nîşan dide û guherînên şert û mercên hewayî yên demsalan jî ji ber vê yekê zêdetir dibin.

Hevserokê Jûra Endezyarên Çandiniyê yê Diyarbekirê Samet Ûcaman li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Gelek giyanewer hene. Dema em dibêjin daristan, tenê dar tunene. Çûk hene, sewal hene, giyanewerên bin erdê hene. Ev hemû bi hev re pergalekê ava dikin û bi hev re didin meşandin. Dema ev pergal were xirabkirin û ji holê rabe; ne tenê ozon û oksîjen û tiştên kîmyewî,, ev hemû li aliyekê; li wê herêmê jiyan tê rawestandin.”

Li ser dîmenên ku li ser şewata daristanan belav dibin jî nîqaş tên kirin ku Parêzgerê Dêrsimê bi peyamekê dibêje;  “Ew nûçeyên ku bi sernavê ‘Dêrsim Dişewite’ û dîmenên ku tên parvekirin, dûrî rastiyê ne û ji aliyê tîmên Dezgeha Daristanan ve şewata li Devera Alîbogazi hatiye kontrolkirin…” Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Diyarbekirê Nejdet Sezgîn jî li ser şewatên bi vî rengî dide zanîn ku şewata daristanan hevsenga kişweriyê xirab dike, ji ber vê jî divê bergirên mayînde li pêşiya şewatan werin danîn.

Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Diyarbekirê Nejdet Sezgîn dibêje: “Şewatên daristanan dest pê dikin; sedemên vê yekê jî aloziyên kişwerî ne. Ev aloziyên kişwerî jî ji ber germahiya kureyî çêdibin. Li herêma me, li Bakûrê Kurdistanê jî bi giranî ji ber pevçûnan daristan dişewitin. Sedema vê jî bermayiyên çek û teqemeniyê ne.”

Li gorî daneyên Gerînendehiya Giştî ya Daristanan a Tirkiyeyê; di sala 2017’an de li gelemperiya bakûr û Tirkiyeyê; bi giştî 119 hezar û 92 hektar, qadên daristanî şewitîne û ji 2 hezar û 411 şewatên daristanan, sedemên hezar û 280 şewatan nehatiye zanîn. Her wiha di sala 2018’an de jî li bakûr; li daristanên navçeyên bajarên wekî Şirnex, Mêrdîn, Diyarbekir, Colemêrg, Dîlok, Mereş û herî dawî jî Dêrsimê şewat derketine.