Li Dêrika Çiyayê Mazî demsala zeytûnan dest pê kir

Kurd24

 K24 – Navenda Nûçeyan

Li qezaya Dêrikê ya Mêrdînê demsala zeytûnan ku bêyî ziblê kîmyayî û derman bi awayekî xwezayî tên berhemdan û yek ji çavkaniya debara welatiyên deverê ye dest pê kir.

Dêrika Çiyayê Mazî ku bi zeytûnên xwe navdar e, zêdebûna berhemê îsal berhevkirin ligel salên borî dilê berhemhêneran xweş kir.

Li gor Serokê Yekîtiya Berhemhênerên Zeytûnan a Mêrdînê Erkan Dogan, hersal ku 2 hezar ton berhem hebû, sala par 300 ton bûye û îsal jî tê çaverêkirin ku berhemê salê bigihe 800 ton zeytûn.

Doxan di heman demê de qala girîngiya berhemên xwezayî dike;

“Gelek curên me yên zeytûnan hene ku nirxê wan nayê zanîn. Ji bo em nirxê wan bizanin kargeha mobîl-seyar a zeytûnan me çêkir. Bi alîkariya Zanîngeha Enqereyê û Wezareta Pîşesaziyê dê du tezên doktora li ser bên kirin. Em niha jî li nav baxên zeytûnan zeytê berhem tînin daku nirxê wê yê rasteqîne derkeve hole.”

Li herêma Mêrdînê nêzîka 1 milyon û 750 hezar darên zeytûnan hene û ji sedî 70yê van daran li qexzaya Dêrîkê ne. Hatina ji sedî 50ê welatiyên Dêrikê jî li ser zeytûna ye. Herwiha li navçeyên din 3ê curên zeytûnan hene, lî li Dêrikê 10 curên wan hene wek Zoncuk, Gulekî, Kejik, Bellotî, Mazî, Gursekî, Melkebazî, Melemelî, Xilxalî û Exlîş.