NASA giroveriya Zemînê ji kesên bi guman re piştrast dike

Di dema ku heya niha jî, gellek kes û bi taybet zanayên olî didin xuyakirin ku Zemîn ne topikî ye, lê ew rûbereke rast e di gerdûnê de, Ajansa NASA girteyeke vîdyoyî belav kir û têde piştrast kir, ku Zemîn topikî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di dema ku heya niha jî, gellek kes û bi taybet zanayên olî didin xuyakirin ku Zemîn ne topikî ye, lê ew rûbereke rast e di gerdûnê de, Ajansa NASA girteyeke vîdyoyî belav kir û têde piştrast kir, ku Zemîn topikî ye.

NASA ew vîdyoya xwe ya balkêş bi riya kamîreyekê girtiye, ku li ser pişta teleskopeke ezmanî hatibû danîn û wê telescope ji dûriya milyonek û 609 Mîlan dîmenên Zemînê kişandiye.

NASA diyar kir, ku kamîreya wê, kariye ji wê dûriyê, tevahiya Zemînê di wêneyekî de pêşan bide û vê yekê piştrast kiriye, ku Zemîn topikî ye.

N.O