Li Dêrsimê şewatên daristanan bandorên neyînî li geştiyariyê dike

kurdistan24.net

 

K24 – Dêrsim

Li bajarê Bakûrê Kurdistanê, li Dêrsimê; şewata ku li daristanan derdikeve, bandora neyînî li ser jiyana xelkê herêmê dike. Xelkê herêmê li ser şewatên ku di demên dawîn de li peyî hev derdikevin, nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku şewata ji ber operasyonên leşkerî derdikeve, ji aliyê rayedarên dewletê ve nayên vemirandin û xelk bi derfetên xwe hewil dide ku pêşî li belavbûna şewatê bigire. Parêzgeriya Dêrsimê jî daxuyand ku şewata li Dêrsimê bi temamî hatiye kontrolkirin.

Şewatên ku 13 roj in li daristanên navend û navçeyên Dêrsimê derdikevin, hem xwezaya ku navenda balkêşiya geştiyariyê ye dirûxînin, hem jî bandorên neyînî li jiyana rojane ya xelkê herêmê dikin. Li gorî amajeyên xelkê Dêrsimê; 'rayedar ji bo vemirandina şewata daristanan bêdeng mane lê ji bo ku xwezaya Dêrsimê neşewite, ji Ewropayê jî kes hatine da ku bi xelkê re şewatê vemirînin.' Bandorên neyînî yên şewata daristanan, roj bi roj li ser geştiyariya herêmê jî zêde dibin. Xwediya otêleke li Dêrsimê Melîke Kaya, li ser şewatên daristanan amaje dike ku hejmara geştiyaran li Dêrsimê gelek kêm bûye û sedema vê yekê jî bi hawirdora şer û pevçûnan û rewşa awarte ve girêdide.

Xwediya Otêlê Melîke Kaya ji K24ê re got: "Dêrsim, xwedî erdnîgariyeke gelek xweş e. Beriya şewatên ku derketin, rewş ne gelek be jî baş bû. Lê piştî şewatan, gelek kesên xurbetî hebûn ku ji bo bêhinvedanê hatibûn vê derê û hîn hesreta dilê xwe hêdî nekiribûn, ji ber şewatan Dêrsim terikandin. Helbet em bi çavên bazirganiyê li vî karî nanihêrin, armanca me ew e ku em di danasîna herêma xwe de bi pêş bikevin."

Parêzgeriya Dêrsimê, di navbera 11 û 15'ê Gulana 2017'an de Geliyê Mûnzûrê jî di nav de 31 herêmên Dêrsimê wekî Herêmên Ewlehiyê destnîşan kiribû. Dêrsima ku bi taybetiyên cih û warên şînahiyê dibû sedem ku mihrîcanên xwezayî lê çêbibin, bi şewatên derketin, di rojeva raya giştî de bûn sedema dilêşiyê. Hem ji ber aloziyên ewlehiyê, hem ji ber şewatên dawîn, Geliyê Mûnzûrê yê ku di salên borî de mazûvaniya qefleyên geştiyaran dikir, meha tebaxa îsal bêdeng derbas kir.

Geştiyarê biyanî Je Paol jî yek ji hezkiriyên xwezaya Dêrsimê ye û geşta herêmê wiha rave dike. Je Paol dibêje:"Ez dixwazim bibêjim ku Kurdistan gelek li xweşa min çû. Pêşniyaza min ew e ku bila her kes were û axa Kurdistanê bibîne. Ev der, gelek xweş e, mirovên vê derê gelek baş in û alîkariya mirovan dikin. Ez bixwe Hollandî me û niha li Dêrsimê dijîm, bi rastî jî mirovên vê derê gelek baş in."

Geştiyariya li gelemperiya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ya 2014'an, di qada geştiyariya cîhanê de gihîştibû rêza 6'emîn. Lê ev rêje ji ber aloziyên navxweyî yên şer û pevçûnên navbera Hêzên Tirk û PKK'ê, di salên 2015 û 2016'an de serbejêr bû û ji rêza 6'emîn daket rêza 16'an. Li Dêrsimê jî kêmbûna geştiyaran, ji aliyê niştecih û esnafan ve wekî qeyraneke aboriyê tê nirxandin û bang li rayedarên dewletê dikin ku hawirdora aramiyê car din were pêkanîn.