Cotkarên Diyarbekirê, ji ber ziwahiyê bi gûman in

Li Bakurê Kurdistanê û li herêma Diyarbekirê, rewşa cotkariyê di bin metirsiyê de ye. Ji ber ku piştî tovkirina zeviyan baran kêm bariya ye, cotkar ji ber zuwahiyê bi guman in. Cotkarên herêmê amaje dikin ku heger di 2 mehên dawîn de baran bi têra xwe nebare, dibe ku hilberîna îsal vala derkeve.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê û li herêma Diyarbekirê, rewşa cotkariyê di bin metirsiyê de ye. Ji ber ku piştî tovkirina zeviyan baran kêm bariya ye, cotkar ji ber zuwahiyê bi guman in.  Cotkarên herêmê amaje dikin ku heger di 2 mehên dawîn de baran bi têra xwe nebare, dibe ku hilberîna îsal vala derkeve.

Li gorî cotkarên Diyarbekirê, li herêmê bendewariya ji cotkariyê gelek qels e. Lewra li gorî cotkar diyar dikin, 2 meh bi ser çandina tovan re derbas bûye, lê barana ku tov û axê bimeyîne, bi têra xwe nebariyaye. Cotkarê bi navê Mihemed Karabûlût jî cotkarekî Diyarbekirê ye. Li gorî ku Karabûlût radigihîne, axa çandî hîn jî zuwa ye û tovên ku wan reşandine, hîn li ser axê wekî xwe mane.

Karabûlût ji K24ê re got jî: "Li herêma me îsal baran hindik bariya. Ev 2 meh in baran nebariyaye. Hinek qeşa û serma çêbûye. Heger di vê demsalê de baran nebare, dê cotkar bikevin rewşeke nebaş."

Li gorî daneyên Saziya Hewanasiyê, di sala 2016'an de li Diyarbekirê ji bo her metrekareyê 497 kîlo baran bariyaye û li gorî demsalê rêjeyeke asayî ye. Omer Alî Cengîz jî pisporekî hewanasiyê ye û li gorî diyar dike, di rojên pêş de ji ber taybetiya erdnîgariya bakûr, dibe ku şilî çêbibe.

Cengîz wiha axiv: "Li Diyarbekirê û navçeyên derdora wê, barana ku bariya li gorî rêjeyên salên din baş bû. Lê belê ji ber ku barana bariya, rastî dema cotkariyê nehat, dibe ku ev yek ji bo çandiniyê bûbe sedema gumanan. Li gorî xebatên me û texmînên me, dê çend rojên pêş, bi şilahiyeke baş derbas bibin."

Li gorî agahiyên ku saziyên cotkariyê jî radigihînin, ji bo hilberîna îsal hewcedariyeke mezin bi şilahiyê heye. Serokê Jûra Zîraatê ya Yenîşehîrê, Suleyman Îskenderoglû radigihîne ku; ew wekî jûra zîraatê ji hilberîna îsal bi guman in. Îskenkenderoglû jî ji ber kêmbarîna baranê û kêmbûna ava bendavan, xetereya li ser cotkariya îsal bi van gotinan tîne zimên.

Herwiha Îskenderoglû got jî: "Dema reşandina gubreya bin, ev 2 meh in derbas bûye. Lê niha dema gubreya ser hatiye. Ez bixwe jî cotkar im, me beriya niha li ser erdî gubre diavêtin. Heger bi ser vê gubreye re berf yan jî baran bibare, dê gelek baş bibe. Lê heger nebare jî jixwe rewş nebaş e."

Li herêma Diyarbekirê bendewariyên ji hilberîna îsal gelek kêm bûne. Tirs û gumanên cotkaran ên li ser çandiniya îsal, ji bo bazirganên herêmê jî dibe fikara buhayiya dan û stendinan.