Bi wêne.. Cejna Xidir Îlyas yê Kurdên Êzdî

Her salê, roja pêncşema dawî ya meha Sibatê, Kurdên Êzdî bi cejna “Xidir Îlyas” bibîr tînin.

K24 – Hewlêr

Her salê, roja pêncşema dawî ya meha Sibatê, Kurdên Êzdî bi cejna “Xidir Îlyas” bibîr tînin.

Kurdên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê berî cejna “Xidir Îlyas” sê rojan rojiyekê digirin, herwiha di rojiya xwe jî goşt û berhemên ajalan naxwin, wek amadekariyekê bo pêşwazîkirina li cejnê.

Cejna Xidir Îlyas bi merasîmine taybet birêve diçe.