Ciwanekî Kurd ê penaber dest bi çêkirina fîlmên karton kiriye

Huner û hizrên zaroyên kurdan mîna piraniya zarokên cîhanê ber bi pêşveçûnê diçin. lewra ev ciwanê Kurd bi navê Dara Celal Emîn li Almanya weke mûmeke geş dest bi hunera xwe kiriye û hêviyek mezin li pêşiya xwe dibîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Almanya

Huner û hizrên zaroyên kurdan mîna piraniya zarokên cîhanê ber bi pêşveçûnê diçin. lewra ev ciwanê Kurd bi navê Dara Celal Emîn li Almanya weke mûmeke geş dest bi hunera xwe kiriye û hêviyek mezin li pêşiya xwe dibîne.

Dara ciwanekî Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Helebê jidayik bûyê û ev dema 3 salan e tevlî malbata xwe panaberî welatî Almanya bûye.

Ew bi xwe ji nîgarkêşiyê dest pê kiriyê û niha dest bi karê teknîkê yê animêşinê kiriye.

Dara bi piştevaniya malbata xwe pêngavên piçûk berev rêya serkeftinê dide li ser asta dibistana xwe û hin projeyên taybet kar dike.

Diya Dara ya ku behsa kurê xwe dike pir bi şanazî dibêje: “Ez ji nû ve bi hêviyeke mezin li hizrên Dara dinêrim.”