Li navçeya Sîwerekê ''Xaniyê Hamanan yê Dîrokî" hat vekirin

Ji ber restoreskirina avahiya kevnar ya 116 salî welatiyên Sîwerekê kefweşin û li bendêne ku Şarederiya Sêwerekê zêdetir projeyên bi vî awayî bide destpêkirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li navçeya Sîwerekê avahiya kevnar ku temenê wê bi qasî 116 salan e û bi navê ''Xaniyê Hamanan yê Dîrokî" tê nasîn hat restorekirin û ji bo ku welatî jê sûdê wergrin hat vekirin.

Li Sîwereka Rihayê ''Xaniyê Hamanan yên Dîrokî'' ku li taxa Hesen Çelebî ye, piştî 116 salan bi peywirdarkirina Şarederiya Sîwerekê ve ji aliyê Ajansa Pêşvecûn ya Qerecdaxê ve hat restore kirin û ji bo ku welatî jê sûde bigrin hat vekirin. Wê li avahiya dîrokî xurekên herêmî û hilberînên destkarî bi destê jinan bê firotin. Welatî wê tirşa bacanan, zerzewatên ziwa li vê avahiya kevnar bifiroşin û dahata xwe jê peyda bikin.Berpirsyarê vê projeyê Mûsa Bîlgîseven derbarê vê projeyê de ji Kurdistan24ê re axivî.

Berpirsyarê Projeya Dîrokî Mûsa Bîlgîseven  wiha got:

''Navê vê projeyê wek ''Xaniyê Hamanan yê Dîrokî '' derbas dibe. Ev avahî berî niha bi 116 salan bi destê 2 welatiyên Ermen ve hatiye çêkirin. Ji bo restorekirinê nêzîkî 678 hezar lîreyê Tirkiyê hatiye xerç kirin. Di hundirê avahiyê de wê jinên Sîwerekê xurekên heremî, hîlberînên destkarî û xwarinên ku li malên xwe çêkin dê bînin li vêderê bifroşin. Dê ev kes bi vê yekê dahata xwe zêde bikin.''

Jinên Sîwerekî ji ber ku wê karibin bixebitin û bi vî awayî dahata xwe zêde bikin kêfxweşiya xwe anîn zimên.

Welatiya Sîwerekî wiha axifî:

''Şaredariya Sîwerekê ev der vekir. Em li vir dikarin hilberînên xwe bifroşin û dahata mala xwe bi vî awayî zêde bikin. Em ava îsot, bacan û firîngiyan çêdikin. Wekî din zerzewat û fêkiyên hişk amade dikin. Em van hîlberînan li vir difroşin.''

Ji ber restoreskirina avahiya kevnar ya 116 salî welatiyên Sîwerekê kefweşin û li bendêne ku Şarederiya Sêwerekê zêdetir projeyên bi vî awayî bide destpêkirin.