Drama Karkeren Demsalî berdewam e

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran malbatên Kurd ji bo ku debara jiyana xwe bikin her sal wek karkerên demsalî bi malbatên xwe berê xwe didin bajarên Tirkiyê.

 

K24 – Enqere

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran malbatên Kurd ji bo ku debara jiyana xwe bikin her sal wek karkerên demsalî bi malbatên xwe berê xwe didin bajarên Tirkiyê.Yek ji bajarê ku herî zêde karker berê xwe didine Enqere ye. Bi sedan karkerên ku niha li Enqerê dixebitin dibêjin ew bi kêşeyên mezin re rû bi rû ne û her roj jiyaneke ber mirinê dijîn.

Drama karkerên demsalî ya ku her sal berdewam dike dîsa di rojeva Tirkiyê de ye. Herî dawî 18 Tebaxê li Sakaryaya bajarê Tirkiyê di bobaleteke trafîkê de 7 karkerên demsalî yên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn û 9 kes jî birîndar bibûn. Di destpêka biharê ji bajarên bakurê Kurdistanê malbatên kurd bi zar û zêçên xwe re ji ber bê derfetî û nebûna kar berê xwe didin xeribiyê. Yek ji bajarê ku karkerên demsalî berê xwe didinê Enqerê ye. Li gorî daneyên Wezareta Ewlehiya Civakî û Kar li Enqerê nêzîkê 10 hezar karkerên demsalî hene.

Piraniya karkerên demsalî li gundên navçeya Polatliya Enqerê bi zarokên xwe re di bin konên naylon de bê ceyran û bê av dijîn û konên ku lê dimînin jî ne ewle ne. Karkerên Kurd yên ku rojê 14 saetan dixebitin dibêjin, ew di warê tenduristiyê de zehmetiyan dikşînin.

Berpirsê Karkerên Demsalî Tahsîn Çîftçî ji K24ê re wiha dibêje: "Ev gundê ku em lê dimînin dîsa ji gelek deverên din çêtir e. Dibe ku li vir avahiyan çekin ji bo karkeran. Ema însan dîsa jî li vir kêmasî hene. Li vir kêşeyên tenduristiyê çêdibin hewceye biçin navenda navçeyê."

Karkerê Demsalî Kamîl Korpe dibêje: "Malbatên ku wesayîtên wan hene nexweşên xwe dibin nexweşxaneyan, yên ku tune be jî bi alikariya hevalên xwe diçe nexweşxaneyê. Li vir pêwîste wesayîteke tenduristiyê hebe lê mixabin me hêj nedîtiye."

Li gel xeribiyê disa barê herî gran jin dikşînin. Karkerên jin serê sibehê zû radibin diçin nava zeviyan û 14 saetan pîvaz û pitatan kom dikin. Piştî karê zeviyê jî bi dawî dibe ew diçin, di konên xwe de bi kar û barên malê û xwedîkirina zarokan re mijûl dibin. Jinên ku ew salane vê zehmetiyê dikşînin jî dibêjin li xeribiyê xwedîkirina zarokan û karê bê ewle wan bêzar dike.

Karkera Demsalî Fadîle Dogan wiha got: "Zehmetî pir in welleh. Em îsal hatin vê derê. Em saet 6an de tên nava erd, 8ê êvarî derdikevin. Em êca diçin malê nan çêdikin, şîva çêdikin. Pir zor e yanî."

Kerkera Demsalî Melek Korpe jî dibêje: "Sibehê zû tên dibe şev em diçin malê. Êvarê em diçin kar û barên malê dikin. Diçin şîvê çêdikin, nan dipêjin û firaxan dişûn. Em ji tunebûnê tên vê dere tên rezîl dibin û careke din diçin."

Piraniya wan karkerên Kurd yên ku 6 meha li van gundan kar dikin jî, ji bajarên Riha, Diyarbekir, Mêrdîn û Meraşê hatine Enqerê. Herwiha karkerên demsalî dibêjin ku nebûna kar wan roj bi roj ber bi mirinê ve dibe mîna karkerên ku li Sakaryayê canê xwe ji dest dane.