Li Enqerê "Rojên Danasînê yên Bajarê Semsûrê"

Li Enqera paytexta Tirkiyê bi mebesta danasîna bajarê Semsûrê pêşangehek hate sazkirin. Hemû kel û pelên keleporî, xwarinên xwemalî û govendên gelêrî yên Semsûrê di vê pêşangehê de tên pêşandan.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Enqera paytexta Tirkiyê bi mebesta danasîna bajarê Semsûrê pêşangehek hate sazkirin. Hemû kel û pelên keleporî, xwarinên xwemalî û govendên gelêrî yên Semsûrê di vê pêşangehê de tên pêşandan.

Pêşangeh bi hevkariya şaredarî û parêzgeha Semsûrê li Navenda Çandê ya Enqerê bi navê “Paytexta Aramî û Aştiyê Semsûr” hate lidarxistin. Pêşangeh bi lêxistina dahol û zirneyê û bi gerandina govenda gelêrî ya Semsûrê dest pê kir. Pêşangeh ji bo danasîna çand, dîrok û sirûşta Semsûrê ya geştiyariyê hatiye lidarxistin. Ligel vê yekê nanê sêlê, hingivê Semsûrê û alavên kevnar yên ku di jiyana rojane ya Kurdan de dihatin bikaranîn jî tên pêşandan.

Rêveberê Organizasyonê Mustafa Gul ji K24ê re wiha axivî: “Bajarê Semsûrê bi hemû dewlemendiyên xwe ve niha li paytexta Tirkiyê tê danasîn. Ji aliyê Enqereyiyan ve eleqeyeke mezin dibîne. Em ê li Stenbolê jî pêşangeheke wisa li dar bixin. Ev 6 sal in em li seranserê Tirkiyê danasîna bajarê xwe dikin.”

Semsûra bakurê Kurdistanê bi şevbuhêrkên xwe bi nav û deng e. Di pêşangehê de jî ji bo Enqereyîyan şevbuhêrk tên lidarxistin, stran û klam jî tên gotin. Ligel vê yekê wênesaz û nivîskara Semsûrî ya ku berhemên xwe bi pêyên xwe çêdike jî bi berhemên xwe di pêşangehê de cih girt.

Wênesaz û Nivîskar Ayşe Işik dibêje: “Ev 10 sal in ez wênesaziyê dikim. Di zarokatiya xwe de min di rudaneke trafîkê de milên xwe ji dest dan. Bi saya lingên xwe ez dijîm û jiyana xwe berdewam dikim. Bi lingên xwe ez wêneyan xêz dikim. Kêfxweşiyeke mezin e ku ez hatim vir.”

Serokê Koroya Şevbihêrkê Mustafa Çîftçî got: “Ev koma ku hûn li pişt min dibînin ji konservatuara şaredariya Semsûrê ne.  Ev çalakî di nava gel de wek şevbuhêrk tê zanîn lê li Semsûrê navê wê “Herfane” ye. Em jî hatin li vir çand û stranên Semsûrê pêşkêşî Enqereyiyan bikin.”

Pêşangeha danasîna bajarê Semsûrê ev cara 3emîn e ku li Enqerê tê lidarxistin. Herwiha kesên ku bajarê Semsûrê meraq dikin, dikarin heta 23ê Avrêlê di navbera saetên 10:00ê sibehê û 22:00a şevê biçin pêşangehê bigerin.