107 salî, cara sêyem zewicî

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Etyopya zilamek 107 salî, xwediyê 19 zarokan û 89 neviyan, bi jinek 33 salî re zewicî.

Ligor rojnameya herêmî Fana, li Eyaleta Oromo bajarokê Şaşamenya Ebdilqadir Dekama Dido yê 107 salî zewaca xwe ya sêyem bi jinek 33 salî re kir.

Dido destnîşankir ku, jina wî ya yekem ji ber temenê wê yê mezin nikare bi karên xwe yên male rabe, jina wî ya duyem jiyana xwe jidest da ye, jiber wê biryar daye cara sêyem bizewice. Ji ber jinanîna xwe jî gelek bextewer e.